Li Bakurê Kurdistanê hişyariya germê: Tedbîrên xwe wergirin

12-08-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya germahiya zêde da.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji roja yekşemê û şûnde germahî ji 6 heta 8 pileyan ji germahiya asayî ya demsalê zêdetir be.

Li gor daxuyaniya saziyê dê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileyên germahiyê wiha bin:

Amed: 43-44

Dîlok: 39-43

Riha: 41-45

Êlih: 43-45

Semsûr: 39-44

Şirnex: 39-40

Colemêrg: 34-37

Mûş: 38-39

Dêrsim: 40-41

"Tedbîrên xwe wergirin"

Saziya Keşnasiyê ji ber germahiya zêde bang li welatiyên bitemen, zarok û  kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene kir.

Saziyê diyar kir ku dema welatî di navbera demjimêr 11.00 û 16.00an de derdikevin derve, divê baldar bin û tedbîrên xwe wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst