Zaxo: Pêwîstiya Kazimê Efrînî bi dermankirina çavan heye

13-05-2023
RÛDAW
Zaxo: Pêwîstiya Kazimê Efrînî bi dermankirina çavan heye
Zaxo: Pêwîstiya Kazimê Efrînî bi dermankirina çavan heye
Nîşan Efrîn Zaxo Nexweş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ku li Zaxoyê penaber in, bavê malê nexweşiya çavan pê re heye û pêwîstiya wî bi dermankirinê li derve heye lê ew ji ber nebûna pereyan nikarin biçin.

Kazim ê ku xelkê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ev 5 sal in li Başûrê Kurdistanê ye, ji zarokatiya xwe ve nexweşiyeke çavan pê re heye ku bi navê retînopatiyê tê naskirin. Ew berdewamî diçe nexweşxaneyê lê wek ku pizîşk dibêjin çareseriya wî li Başûrê Kurdistanê nîne.

Kazim Mihemed ê ku ji çavên xwe nexweş e got, “Pirsgirêka çavê min ew e dermanê min li vir nîne, heger zarokên min neçin perçeyên hesinan berhev nekin, em najîn, em bi vî awayî debara xwe dikin.”

Pizîşkê ku Kazim derman dike di wê baweriyê de ye ku berê dermanê vê nexweşiyê tunebû lê berî çend salan li hin welatan dermankirina wê dest pê kiriye.

Pispor Mustafa Abdulfettah Dr got, “Ev nexweşî dijwar in û dermanê wê li ba nîne. Li Amerîka û Erebîstana Siûdî hinek hêvî heye.”

Jiyana vê malbatê li ser zarokên wan ên ku perçeyên hesin û kartonên kevn berhev dikin û difiroşin e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst