Li Zaxoyê zarokekî 9 salî xeniqî

20-06-2023
Nasir Elî
Dema derxistina termê wî zarokî ji nav gola avê.
Dema derxistina termê wî zarokî ji nav gola avê.
Nîşan Zaxo Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navenda bajarê Zaxoyê zarokekî 9 salî di goleke biçûk a avê de xeniqî. Polîsê Zaxoyê jî ragihand, bi biryara dadwer, lêpirsîn derbarê bûyerê û û sedema mirina wî zarokî de dest pê kiriye.

Li gor daxuyaniya Polîsê Zaxoyê, li navenda Zaxoyê zarokekî 9 salî di goleke avê de xeniqî ye.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Bûyer demjimêr 23:30ê şeva bihorî (Duşem 19-6-2023) çêbûye, zarokê ku xeniqî ye 9 salî û navê wî M.K.S ye.”

Bûyer li Taxa Rikava ya Nû û li nêzîk Mizgefta Qidûs qewimî ye.

Termê wî zarokê 9 salî ji nav gola avê hatiye derxistin û bo Tiba Edlî ya Duhokê hatiye şandin.

Li gor daxuyaniya Polîsê Zaxoyê, bi biryara dadwer lêpirsîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye û niha hêzên polîs li ser sedem û awayê bûyerê lêkolînan dikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst