Mesrûr Barzanî: Divê hinartina petrolê dest pê bike

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan Serokwezîr Mesrûr Barzanî Hinardekirina Petrolê Wezareta Petrolê ya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi şandeya Wezareta Petrolê ya Îraqê re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî û şandeyeke pê re kir ku ji cîgir û rêveberên giştî yên wezaretê û rêveberê giştî yê kompanyaya SOMOyê pêk dihat.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civînê de li ser rê û pêngavên hinartina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.

Piştî ku Îraqê li Dadgeha Navdewletî ya Hakemê ya Parîsê gilî li Tirkiyeyê kir ji 25ê Adarê ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê ve hatiye rawestandin.

Heta gelek civîn di navbera berpirsên pilebilind de hat kirin lê hîn jî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê nekiriye.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

“Serokwezîr amadehiya Herêma Kurdistanê tekezî ji bo destpêkirina hinartina petrolê ya di çarçoveya têgihîştineke hevbeş de ji bo bicihkirina pêwîstiyên darayî û teknîkî yên proseya hinardekirinê, di çarçoveya prensîp û girêbestên destûrî de û rêzgirtina li mafên destûrî yên hemû aliyan kir.”

Hikûmetê herwiha ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de gotiye:

“Rawestandina hinartina petrolê bûye sedema ziyana bi milyar dolaran a ji xezîneya giştî û divê di demeke kurt de dest pê bike.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku Serokwezîr, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî erkdar kir ku bi şandeya Wezareta Petrolê ya Îraqê re ku dê çend rojan li Hewlêrê bimîne, hevahengiyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst