Mesrûr Barzanî: Divê pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê êdî bi dawî bibe

30-06-2024
RÛDAW
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî /Wêne: Rûdaw
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Serokwezîr Mesrûr Barzanî Helebce Projeya Sîloya Helebceyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî ragihand ku divê êdî pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê bi awayekî fermî bi dawî bibe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li parêzgeha Helebceyê di merasîmeke taybet de hîmê Projeya Sîloya Helebceyê danî.

Mesrûr Barzanî di merasîmê de behsa pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê kir.

Mesrûr Barzanî da zanîn ku her çend zêdetirî deh salan e Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye Helebce bibe parêzgeh lê belê pêvajoya parêzgehbûnê ji aliyê Parlamentoya Îraqê ve nehatiye pesendkirin.

"Helebce bûye sembola zilm û zordariyê ya li ser gelê Kurd"

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku ji bo karên fermî yên parêzgehbûna Helebceyê bi dawî bibin bi Bexdayê re di nava danûstandinê de ne û wiha axivî:

“Her çend zêdetirî 10 sal in Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye Helebce bibe parêzgeh lê mixabin pêvajoya parêzgehbûnê ji aliyê Encûmena Nûneran a Hikûmeta Îraqê ve nehatiye temamkirin.

Ji ber wê jî em tekez dikin ku ji bo pêvajoya çareserkirina parêzgehbûna Helebceyê û bûdceya geşepêdanê em bi aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Îraqê re di pêwendiyê de ne.

Helebce jî wekî piraniya herêmên Kurdistanê rastî gelek qurbanî û zordariya rejîma berê ya Îraqê hatiye û bûye sembola zilm û zordariyê ya li ser gelê Kurd.

Em dê hewlên xwe di vî warî de zêdetir bikin û divê hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê di vî warî de yekdeng bin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, amaje bi girîngiya çêkirina sîloyê jî kir û da zanîn ku vekirina sîloyê dê di berjewendiya cotkarên herêmê de be û ew jî dê giringiyê bidin sektora çandiniyê.

Li gorî gotina Mesrûr Barzanî, bi vekirina sîloyê re dê kar ji bo xelkê herêma Helebceyê peyda bibe û wekî hikûmet çi ji destê wan bê dê ji xelkê herêma Helebceyê re bikin.

Sala 2013an li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Serok Mesûd Barzanî û serokwezîrê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Encûmena Wezîran biryar da ku Helebce bibe parêzgeh.

Heta niha Hikûmeta Îraqê bi awayekî fermî ew pêvajo bi dawî nekiriye û pesend nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst