Li Herêma Kurdistanê rêjeya bêkariyê zêde dibe: Sedem rawestandina hinardekirina petrolê ye

03-02-2024
Xerîb Mecîd
Li Herêma Kurdistanê rêjeya bêkariyê zêde dibe: Sedem rawestandina hinardekirina petrolê ye
Li Herêma Kurdistanê rêjeya bêkariyê zêde dibe: Sedem rawestandina hinardekirina petrolê ye
Nîşan Herêma Kurdistanê Bêkarî Hinardekirina Petrolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Zêdetirî 10 mehan e hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin.

Rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê bandor li kompanyayên derxistin û parzûnkirinê yên petrolê kir û gelek karker ji kar hatine avêtin.

Welatiyan rewş bi xwepêşandanan protesto kirin lê heta niha encamek bi dest nexistine.

Aborînas diyar dikin ku li Herêma Kurdistanê rêjeya bêkariyê her ku diçe zêdetir dibe û ev jî bandorê li bazarên herêmê dike.

“Ji sibehê ve min tenê 5 dînar qezenç kirine”

Ebûbekirê ku ji kar hatiye avêtin wiha behsa çîroka xwe kir:

“Ez neçar im, bi Xwedê ji sibehê ve ez li meydana karkeran im û min tenê 5 hezar dînar qezenç kirine.

Mala min li Hîzawayê ye. Ez niha taksiyekê bigirim bi 5 hezaran min nagihîne malê.

Min jin aniye lê ez di nav mala bavê xwe de me.

Bavê min bê mûçe ye, bi temen e û nexweşiya dil pê re heye. Xweda şahid e mehê 100 hezar tenê ji bo dermanên wî ne.”

Ji ber rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, kompanyaya DNOyê ya Norwêçê ya ku li Parzûngeha Tawkê karê derxistina petrolê dike, ji sedî 50 karmendan û karkaran ji kar avêtin.

Ji wê demê ve karkerên ku ji kar hatine avêtin, sê car in xwepêşandanan li dar dixin.

Karkerekî din ê ku ji kar hatiye avêtin ê bi navê Xalid Mamêzdînî jî got:

“Em xwedî malbat in, heşt zarokên min hene, bi Xwedê îro wisa çêbû min got ez dê zarokan jî ji neçarî ji dibistanê derxim.

Ez tenê dixebitim, zarokên min jî biçûk in diçin dibistanê.”

Li gorî aborînasan rêjeya bêkariyê tenê li Zaxoyê ku ji sedî 17 bû gihiştiye ji sedî 19.

Aborînas Berhem Ehmed jî derbarê rewşê de got:

“Li Herêma Kurdistanê her mirovek ji malbatekê tê, her malbetek 5 kes in. Eger em 5 û 320 li hev bidin, dê bibe derdora 1600.

Ev jî tê wê wateyê ku 1600 kes bandor dibin.

Ev yek jî bandorê li kirîn û firotina bazaran dike. Ji ber ku ev kes bê dahat in.”

Li gorî kompanyaya DNOyê sala 2022yan, li parzûngehên Tawkê û Pêşxabûr rojane 107 hezar û 102 bermîl petrol hatine derxistin.

Herwiha tenê li Tawkê zêdeyî 600 karmend dixebitîn. Niha jî zêdetirî 320 karker jî ji kar hatine avêtin.   

13 Sibata 2023yan Dadgeha Navbeynkar a Navdewletî ya Parîsê biryara rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kuristanê da.

Ji 25ê Adara heman sale ve hinardekirina petrolê hatiye rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst