Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê hêviyeke mezin da gelê Kurdistanê

26-05-2024
RÛDAW
Nîşan Serokwezîr Mesrûr Barzanî Şoreşa Gulanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo 48 saliya salvegera Şoreşa Gulanê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku Şoreşa Gulanê  hêviyeke mezin da gelê Kurdistanê û destkeftiyên wekî Parlamentoyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî Şoreşa Gulanê hatin bidestxistin.

“Mesrûr Barzanî herwiha di berdewaiya peyama xwe de got:

Di 48emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê de, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, Pêşmergeyên qahreman, tevahiya Pêşmerge û têkoşerên beşdar ên di şoreşê de dikim.

Şoreşa Gulanê şopdarê şoreşa mezin a Îlonê bû ya bi rêberatiya Barzaniyê Nemir.

Şoreşa Gulanê hêviyeke gelek zêde da xelkê Kurdistanê.

Planên dijminan ên li dijî gelê Kurdistanê ku dixwest dawî bi şoreş û xebata rewa ya xelkê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina mafên rewa bînin, pûç kir.

Berxwedana gelê Kurdistanê, yekrêzî û yekhelwestiya hêz û aliyên Kurdistanî bû sedema bidestxistina çend destkeftên mezin yên nîştimanî.

Yek ji wan destkeftên mezin jî raperîna biheybet a Bihara 1991an hilbijartina Parlamentoyê û pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst