Felah Mistefa li ser hinardekirina petrola Kurdistanê: Tirkiye amade ye

02-03-2024
RÛDAW
Felah Mistefa
Felah Mistefa
Nîşan Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê Felah Mistefa Herêma Kurdistanê Hinardekirina Petrolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê ya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê girîng e.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî anî ziman, “Tirkiye amade ye bi rêya Bendera Ceyhanê petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike.”

Sêyemin Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê li navçeya Belekê ya Antalyayê dest pê kir.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa îro Şemiyê li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê di civîneke rojnamegeriyê de ragihand:

“Divê em sûdê ji vê foruma navneteweyî wergirin û em ji asta pêwendiyên Herêma Kurdistanê kêfxweş in.”

Felah Mistefa got ku ev forum dikare pêwendiyan pêş bixe û “derfetên hevkarî û hevahengiyê bibîne. Ji ber ku cîhan diguhere, em dikarin bi hev re ji bo dîtina çareyan bixebitin.”

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê 1ê mehê dest pê kir û Hikûmeta Tirkiyeyê 19 serkirde vexwendin ku di nav wan de Nêçîrvan Barzanî jî heye.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê li ser biryara Dadgeha Navneteweyî ya Hakemiyê ya Parîsê 25ê Adara 2023yan hat rawestandin.

Felah Mistefa li ser destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê jî got:

“Tirkiye niha ji bo vê yekê amade ye lê pirsgirêk zêdetir li ser Bexdayê dimîne. Dema ku Hewlêr û Bexda bigihin rêkeftineke dawî, hinartina petrolê dê dîsa dest pê bike.”

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên 1ê Adarê di forumê de gotibû:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê û boriyên petrolê yên Tirkiyeyê amade ne ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê.”

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê

Sêyemin Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê li navçeya Belekê ya Antalyayê dest pê kir.

Di foruma îsal de 19 welat di asta serok û serokwezîran, 73 welat di asta wezîran de beşdar bûn û 57 nûnerên navneteweyî jî beşdarî forumê bûn. Mijara foruma îsal rola diplomasiyê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi awayekî fermî ji bo forumê hat vexwendin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di forumê de bi serkirde û wezîrên welatan re beşdarî civînan bibe.

Di civînan de dê pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê yên bi van welatan re, rewşa Îraqê û pêşhatên herêmê bên gotûbêjkirin.

Di foruma îsal de bi giştî ji 147 welatan zêdetirî 3 hezar beşdaran amade bûn.

Di forumê de ji bilî pirsgirêk û qeyranên cîhanî, gelek mijarên wekî guherîna avhewayê, koçberî, dijberiya Îslamê, şerê bazirganî û hişê çêkirî têne nîqaşkirin.

3yemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) dê heta 3yê mehê berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst