Koçberên Efrînî vedigerin ser mal û milkên xwe; 'Axa mirov namûsa mirov e'

12-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Wêne û grafîk: Rûdaw
Wêne û grafîk: Rûdaw
Nîşan Efrîn Şehba Koçberên Efrînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Herêma Efrînê ku li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê ne, hêdî hêdî eger bi hejmareke kêm be jî, dest bi proseya vegerê bo cih û warên xwe yên resen dikin.

Bi rêya Rêxistina PEYVA ME ya Mafên Mirovan, ku rewşa wan koçberan dişopîne, têkildarî vegera xelkê bo Efrînê zanyarî û dîmen gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê.

Endamekî Komîteya Xwecihî ya Partiya Deokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) li Efrînê, ji gundê Hisê yê ser bi nahyeya Mabata ve ji Rûdawê re behsa proseya vegera koçberên Efrînê kir.

Endamê Komîteya Xwecihî ya PDKSê li Efrînê, Enwer Sîno ji Rûdawê re got: “Ji meh û nîvê û virde, derdora 40 malbatên gundê Hisê vegeriyane. Ji wan Cim'a Sîno û hevjîna xwe, û wan mal û milkên xwe standin. Yekî din jî navê wî Mistefa Mihemmed Hennan Ebdî ye, ew jî ligel hevjîna xwe û du zarokên xwe, hatin. Wan jî xanî û milkên xwe wergirtin. Aniha rewşa wan aram e. Derdora 20-30 heta 40 malbatê derbas bûne, roj bi roj tên. Kêşe nînin, kesek îşê xwe ji kesekî nayne, lê ew kesên ku dibêjin miletê Kurd neçin û derbasî Efrînê nebin, ew dixwazin demografyaya Efrînê bê guhertin.”

Koçberekî Efrînê, piştî 5 salan ji derbiderbûnê li nav kampên Şehbayê, ew û malbata xwe vegeriyane ser mal û milkên xwe û bi vê yekê jî kêfxweş in.

Cemîl Misto Hec Ginco ku ji gundê Hisê yê ser bi nahyeya Mabata ya Efrînê ve ye, li ser vegera bo Efrînê diaxive û dibêje: “Tiştek nîne, her kes vegere ser mala xwe, axa xwe, welatê xwe. Hewşa mirov, milkê mirov namûsa mirov e, û spas ji bo we tevan.”

Hevdem ligel êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê, di 20ê Çileya 2018yan de derdora 300 hezar welatiyên wê herêmê koçber bûn ku piraniya wan li navçeya Şehbayê bicih bûn, lê ji ber gelek sedeman rewşa wan koçberan li nav kampan zehmet e, êdî gelek ji wan vedigerin cih û warên xwe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst