Hewlêr (Rûdaw) – Çalakvanê Mafên Mirovan ê li Şehbayê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbasî taxên Nubul û Zehrayê yên Helebê bûne.
Hêzên leşkerî yên Hikûmeta Sûriyeyê ji Helebê vekişiyan û gelek taxên Helebê ketin bin destê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê.
Li gorî zanyariyan Hêzên Kurdî jî derbasî Balfirgeha Navneteweyî ya Helebê û her du taxên Nubul û Zehrayê bûne.
Îbrahîm Şêxo bû mêvanê Bultena Rûdawê û bersiv da pirsên Pêşkêşkarê Rûdawê Dildar Herkî.
Şêxo diyar kir ku hêzên Kurdî Şehbayê diparêzin û Kurd li Helebê mane û li taxên xwe dimînin.
Li gorî gotina Îbrahîm Şêxo li taxên Kurdan ti problêm nînin û rewş gelekî asayî ye.
“Çekdaran xwest êrişî Til Rifetê bikin”
Îbrahîm Şêxo behsa vekişîna hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ji Helebê û herêmên din jî kir û wiha got:
Me dit ku vê sibehê hemû hêzên rejima Sûriyeyê ji Şehbayê vekişiyan. Wan berê xwe da Helebê û çûn.
Em nizanin bê ka dê di dema pêşiya me de dê çi pêk were.
Aniha li Şehbayê rewş aram û asayî ye. Xelkê me hemû di cih û warên xwe de ne.
Hêzên rejim ji her du bajarokên derdora Nubul û Zehrayê yên nêzîkî Şehbayê jî vekişiyan.
Xelkê me li Til Rifetê jî di malên xwe de ne. Doh hêzên çekdar xwestin êrişî Til Rifetê bikin balafirên Rûsyayê ew bombebaran kirin.
Kuştî û birîndarên çekdaran jî çêbûn lê bi giştî rewş aram e.
Zarokên Efrînê hêzên Kurdî niha aramiya Şehbayê diparêzin. Hemû xelkê me di nava cih û warên xwe de ne.
Xelkê me bi ti deverê de nereviyane heta niha Kurd koçber nebûne. “
Rêkeftin navbera hêzên Kurdî û Hikûmeta Sûriyeyê de nîne”
Îbrahîm Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de behsa pêşhatên dawî yên Helebê jî kir û wiha axivî:
“Heyeta Tehrîr El Şamê gelek taxên Helebê girtine û hin çend tax di destên hêzên Sûriyeyê de mane.
Taxên wekî Eşrefiye, Şêx Meqsûd jî di destên hêzên Kurdî de ne.
Rêyên çûn û hatinê yên Şehbayê jî di destên hêzên Kurdî de ne. Heger tiştekî gelekî bilez nebe rêya çûnûhatinê nayê dayîn.
Xalên kontrolê yên hêzên Kurdî li herêmê hene. Bi tenê metirsî ew e ku taxên Kurdan bên dorpêçkirin.
Niha Nubul Zehra di bin destê hêzên Kurdî de ye. Xelkê wê doh ji herêmê vekişiyan.
Di navbera rejimê û hêzên Kurdî de ti danûstandin nîne ew vedikişin û hêzên Kurdî jî li cihên wan bi cih bidin.
Ti rêkeftin di navbera hêzên Kurdî û hêzên rejimê de nîne.
Balafirên Rûsyayê car caran hêzên çekdar ên Heyeta Tehrîr El Şamê bombebaran dikin.
Şer aniha li herême nîne û şer li hin taxên Helebê hene.
Rewaneha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan jî îdia kir ku HSDyê Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kontrol kiriye lê heta niha HSDyê ew piştrast nekiriye.
Rêveberiya Taxa Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Şehnayê yên Kurdan hemû tedbîrên pêwîst standine.
Heta niha rewş aram e, haziriyên hem ji bo rewşa mirovî hem ji bo parastinê hatine kirin.
Rêveberiyên taxên Kurdan ji xelkê xwestiye ku li taxên xwe bimînin û heger pêwîst bû dê parastina taxan jî werekirin.”
Çi dibe?
27ê Çiriya Paşîn HTŞyê tevî hevpeymanên xwe yên wekî Eniya Niştîmanî ya Rizgarkirinê, Artêşa el-Izze û Artêşa Nesirê li Helebê li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê dest bi Rûbirûbûna Dijminkariyê (Redh Eludwan) kir.
Li gorî zanyariyên gelek taxên Helebê ji aliyê HTŞyê hatin kontrolkirin û li navenda bajêr û dorûbera Helebê şer di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û HTŞ û hevpeymanên wê berdewam dike.
Artêşa Sûriyeyê diyar kir ku ew bersivê didin êrişan lê îro ji navçeya Şehbayê vekişiya.
Li Sûriyeyê komên çekdar ên li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) serpereştiya wan dike ketin navenda bajarê Helebê.
Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê yên ku 3 roj in bi hêzên hikûmeta re şer dikin û ji aliyê rojavayê ve ber bi navenda Helebê ve diçin nîvê bajêr kontrol kir.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) her wiha li rojhilatê başûrê Idlibê, navçeya Seraqibê ya ku rêyên M4 û M5ê digihêjin hev ji bakur û başûr ve dorpêç kir.
Heleb duyemîn bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye û piştî sala 2016an ev yekem êrişa mezin a bi vî rengî ya komên çekdar e.
Sala 2016an hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya, Îran û komên Şîe û Hizbulaha Libnanê, HTŞ û komên çekdar ên ku Tirkiye alîkariyê dide wan ji Helebê derxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse