Bafil Talebanî Cejna Remezanê pîroz kir

29-03-2025
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê YNKyê Bafil Talebanî di peyama xwe ya pîrozbahiyî ya Cejna Remezanê de got, "Di vê helkefta pîroz de, ez girîngiya hevahengî, biratî û yekrêziya gelê me ji bo xurtkirina sazî û aramiya siyasî li herêma me dubare dikim."

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi minasebeta Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Bafil Talebanî di peyama xwe de wiha got:

"Bi helkefta hatina Cejna Remezana pîroz, pîrozbahiyên germ li misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.

Xwedayê mezin bila nimêj, rojî û îbadetên her kesî qebûl bike û bila ev cejna xêr û xweşî, aştî û aramiyê be.

Hêvîdar im ku ev cejna han bide ku bi giyanê lêborînê û berpirsiyariya niştimanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan, nehiştina kêmasî û xeletiyan û baştirkirina rêvebirî û jiyana gelê me yê hezkirî gav bavêjin.

Di vê helkefta pîroz de, ez girîngiya hevahengî, biratî û yekrêziya gelê me ji bo xurtkirina sazî û aramiya siyasî li herêma me dubare dikim. Her di cejna şadî û serbilindiyê de bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst