Amed (Rûdaw) - Di cejnê da Amed dê bi geştiyaran şên bibe.
Li gorî zanyariyên ji otêlvanan ji aniha ve ji sedî 80yê otelên bajêr hatine rezervekirin û di cejnê de jî ji sedî sed otelên bajêr yê tije bibin.
Her ji bo wî jî esnaf û dikandar û otêlêvanên bajêr kêfxweş in.
Ew dibêjin pêşbîniya wan ew e di 9 rojên betlaneya cejna Remezanê de 300 hezar geştiyarên biyanî û xwecîhî dê werin Amedê.
Bi hatina cejna Remezanê re werza geştyariyê jî dest pê dike.
Di van rojên serê biharê de li Amedê liv û tevgera nav bajêr zêde bûye.
Bi hatina cejnê û zêdebûna pîleyên germê re otelvan, esnaf û dikandarên bajêr ketine kelecana geştyarên biyanî û xwecîhî.
Li gorî zanyariyan ji bo geştiyariya cejnê ji sedî 80 yê otêlên amedê ji anha va tije bûne.
"Îsal dê gelek kes werin Amedê"
Otelvan Serdar Ay li ser hatina geştyaran a Amedê wiha axivî:
"Rezervasyon gelekî zû tije bûn. Hema nêzîkî ji sedî 80 -90î otelên me tije bûne.
Hêviya min ewe k udi cejna Remezanê de dê di navbera 200 û 300 hezarî de kes yê werin Amedê.
Îsal dê gelek kes werin Amedê. Piştî vê proseya dimeşe hem aştî çêdibe, hem jî Newroz bû.
Îca Amed jî ji hela gastronomi û çanda xwe ve bajarekî qedîm e. Ji ber wê dê gelek însan werin Amedê."
Ameda ku bi bermahiyên kevnar ên ku ji 33 şaristaniyan mane, bi gastronomiya dewlemend û cîhên geştiyariya olî û sirûştî li peravê Dîcleyê û di dilê Mezopotamyayê de ji bo geştyaran yek ji bajarê herî balkêş e.
"Ez ji bo dîtina şûwanrên kevin ên Unescoyê hatim Amedê"
Geştyarê Kanadayî Pîta Langirî sedema hatina xwe ya Amedê wiha anî ziman:
"Ji ber ku ez dixwazim şûnwarên kevin ên Unescoyê bibînim, hatime. Li Amedê keleh û baxçe hene ku di lîsteya Unescoyê de ne.
Ev du demjimêr in ku ez gihîştime vir û min dostanî û mêvandariyeke gelekî zêde ji xelkê dît."
"Amed wekî navenda Kurdistanê ye"
Geştiyara Fransî Noemie Gamotê kêfxweşiya xwe ya hatina Amedê wiha anî ziman:
Ez nû gihîştim Amedê. Ez dê tenê rojekê li vir bimînim. Ez ji Fransayê hatime û ez li navçeyên Kurdî digerim.
Amed wekî ku navenda Kurdistanê be wisa ye. Ez gelekî dilxweş bûm ku min Kurd dîtin.
Ez gelek dilxweş im ku li vir im û hemû tişt gelek xweşik in. Ez ji gelê Kurd hez dikim."
Geştiyara Mêrsînî Ayten Kanşarê got, "Ez û hevalê xwe ji Mêrsînê hatin Amedê
Ji ber me paşeroj û dîroka Diyarbekirê meraq kir ji b odu,sê rojan em hatine vir.
Her wekî esnaf û dikandarên bajêr kompaniyên geştyariyê jî ji bo werzeke baş û geşkirina geştiyariya Amedê bi bendewariyeke mezin di amadebaşiyê de ne.
"Hema bêje di otelan de cih nemaye"
Xwediyê Kompaniya Asûr Turîzmê Dogan Şan got, "Otelên me gişt tije bûne vê gavê hema bêje cîh nemaye.
Betlaneya cejnê jî bû 9 roj ew jî ji bo me gelek baş bû. Em niha planên din jî amade dikin.
Geştiyar zêdetir ji bajarên Tirkiyeyê, Stenbol, Enqere, Îzmîrê tên. Piştî wî ji kurdistana Îraqê tên, ji Ewropayê gelek tên."
Li gorî amarên fermî, di 2024an de zêdetirî 1 milyon 100 hezar geştiyarî hatine Amedê û ji bo îsal jî hedef hatina zêdetirî 2 milyon geştiyaran e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse