Mesrûr Barzanî ji bo cejna Remezanê peyamek belav kir

29-03-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Cejna Remezanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Cejna Remezanê peyamek belav kir û got, "Hêvîdar im ku bingehên lihevhatinê û pêkvejiyana aştiyane û biratiyê di navbera pêkhateyên gelê me û gelên cîhanê de xurttir bibin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

Bi minasebeta hatina cejna pîroz a Remezanê, pîrozbahiyên herî ger, pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim bi taybetî pîrozbayî li pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxwe û kesûkarên serfiraz ên şehîd û enfalkiriyan dikim.

Hêvî dikim hûn bêhinvedana cejnê di xweşî, şadî û aramî de derbas bikin.

Ji Xwedayê mezin dixwazin ku rojî û îbadetên hemûyan qebûl bike û hêvîdar in ku bingehên lihevhatinê û pêkvejiyana aştiyane û biratiyê di navbera pêkhateyên gelê me û gelên cîhanê de xurttir bibin û zêdetir geş bibin.

Cejna we pîroz be û her tim bi aştî, tenahî û tenduristî bijîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst