Hewlêr (Rûdaw) - Parlementerê AK Partiyê yê Erziromê parêzer Abdurrahîm Firat bal kişand ser bêrêziya li hemberî Alaya Kurdistanê ku li Parlamentoya Tirkiyeyê çêbûye û got ku ev bûyer gelekî ew aciz kiriye.
Firat her wiha got, “Nabe li parlamentoya Tirkiyeyê heqaret li alaya Herêma Kurdistanê bê kirin”
Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş û Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu heqaret li Alaya Kurdistanê kir û ev yek di nav Kurdan de bû cihê nerazîbûnê.
Mansur Yavaş û Musavat Dervîşoglu peyva paçik (paçavra) ji bo Alaya Kurdistanê bi kar anî.
Parlamenterê AK Partiyê yê Erziromê Abdurrehîm Firat bû mêvana bultena Rûdawê û bêhurmetiya li hemberî Alaya Kurdistanê Kurdistanê bi şermezar kir.
“Nabe heqaret li alaya Herêma Kurdistanê bê kirin”
Abdurrehîm Firat diyar kir ku bêhurmetiya li hemberî Alaya Kurdistanê hatiye kirin, li dijî hiqûqa navneteweyî û sûcê kîn û nefretê ye û got:
“Statûyeke fermî ya Herêma Kurdistanê li gorî destûra Îraqê heye.
Li gorî yasaya Îraqê, Herêma Kurdistanê ya Îraqî dewleteke federal e, alaya wê û serokê wê heye û nabe li parlamentoya Tirkiyeyê bêrêzî li alaya wê were kirin û mafên wan nîne. Ev dibe sedema kînê."
Firat da zanîn ku her alek ji bo gelekê pîroz e û divê rêzê li alan bê girtin wiha got:
"Tenê ji ber ku Alaya Kurdan e, nabe ku bêrêzî lê bê kirin. Li gorî yasayên navdewletî jî nabe ku bêrêzî li alayan bê kirin."
"Bêrêzî li Şêx Seîd heqareta li hemû Kurdan e"
Firatê ku neviyê Şêx Seî de, bal kişand ser bêrêziya li hemberî Rêberê Kurd Şêx Seîd Efendî jî hatiye kirin û got:
“Li hemberî Şêx Seîd Efendî û hevalên wî gelek bêrêzî tê kirin û em dizanin ewên dikin jî kî ne û fikrên wan çi ne.
Şêx Seîd ji bo Kurd û Misilman kesekî gelekî hêja ye û xwedî hurmet e. Bêrêziya li hemberî Şêx Seîd Efendî, bêrêziyek e li hemberî hemû Kurdan e."
“Bila Îraq jî wekaletê bide parêzeran”
Wî destnîşan kir ku heta niha li hemberî bêrêziyan hezar doz tomar kirine û kesên ku heqaretan dikin tên cezakirin.
Li ser bêrêziya dawî ya li Parlamentoya Tirkiyeyê Firat got, "Em dê li dijî bêrêziyên vê dawiyê jî dozê tomar bikin.
Bila Îraq jî wekaletê bide parêzeran ku li dijî bêrêziya li alaya Herêma Kurdistanê hatiye kirin dozê veke."
"Pêvajoya çareseriyê berdewam dike"
Parlementerê AK Partiyê amaje bi pêvajoya çareseriyê jî kir û got ku pêvajo berdewam dike û astengiyên mezin nînin û wiha domand:
“Ji sedî 90ê xelkê Tirkiyeyî dixwaze pêvajoya çareseriyê bigihe encamê û çek bên danîn û aştî çêbibe.
Hêviyên min ji pêvajoya çareseriyê gelekî mezin in."
Li ser pirseke tekîldarî zanîna kesan a li ser pêvajoya çareseriyê Firat da zanîn:
“Zanyariyên her kesî ji vê pêvajoya siyasî nînin, ev jî taybetiyeke vê pêvajoyê ye.
Ez bi xwe jî li parlamentoyê me lê gelekî haya min jî jê nîne. Çi qasî kêm mirov li ser pêvajoyê zanyariyan werbigrin, ew qas baştir e."
"AK Partiyê pirsgirêkên Kurdan çareser kirin"
Firat bal kişand li ser mercên çekdanîna PKKyê û got, “Ji bo PKK çek dane û aştî çêbibe çi pêwîst bê dê bên kirin."
Wî amaje bi xizmetên AK Partiyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan jî kir û da zanîn:
"Di serdema AK Partiyê de gelek derfet pêşkêşî Kurdan hatin kirin û AK Partiyê gelek pirsgirêkên Kurdan çareser kirin.
AK Partî her tim bi erênî nêzîkî pêvajoyên çareseriyê dibe. Aliyê ku 2015an pêvajoya çareseriyê bi dawî anî ne AK Partî bû."
"Pêwendiyên dîrokî bi malbata Barzaniyan re hene"
Parlementerê AK Partiyê destnîşan kir ku pêwendiyên dîrokî yên malbata wî bi malbata Barzaniyan re hene û got:
"Hezkirina me ji bo Barzaniyan heye. Em ne razî ne bêrêzî li wan jî were kirin. Li piraniya Tirkiyeyê xelk ji malbata Barzanî û Herêma Kurdistanê hez dike."
"Divê rêz li pîroziyên mirovan bê girtin"
Firat tekezî li ser rêzgirtina li pîroziyên mirovan kir û anî zimên:
"Divê beriya her tiştî rêz li pîroziyên mirovan bê girtin. Mafê ti kesî nîne ku bêrêziyê li hemberî alaya me û mezinên me bike."
Parlementerê AK Partiyê her wiha got, "Divê mirov hurmetê ji baweriya kesên din re bigire û divê kes vê heqaretê wekî mafê xwe nebîne û bila fêr bibin ku ji alaya me û mezinên me re rêzê bigirin."
Firat li ser rêlibergirtina li bêrêziyan got, "Em wan kesên ku bêrêziyê dikin destnîşan dikin û li dijî wan dozan tomar dikin.
Em wan hesabên torên civakî destnîşan dikin û dozan tomar dikin."
Parlementerê AK Partiyê di dawiya axaftina xwe de got, "Ji bo çareseriyê, hemû alî neçar in ku derfetên pêwîst pêşkêş bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse