Babekir Zêbarî: Îraqê nehişt Koalîsyon dronan bide Pêşmergeyan

12-06-2024
Babekir Zêbarî û Niwêner Fatîh / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Babekir Zêbarî û Niwêner Fatîh / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îraq Kurd Pêşmerge Post Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Babekir Zêbarî diyar kir ku Îraqê nehiştiye Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) dronan bide Pêşmergeyan.

Şêwirmendê Leşkerî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro û pirsên Niwêner Fatîh bersivandin.

“Postên Kurdan ji wan distînin”

Babekir Zêbarî diyar kir ku berê rêjeya Kurdan a di nav artêşa Îraqê de ji sedî 20 bû lê ev rêje niha nagihe ji sedî 2yan jî û berdewam kir:

“Niha li artêş, îstixbarat û Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê postên Kurdan ji wan distînin.

Berê postên Kurdan ên wekî Serokerkanê Artêşa Îraqê, Emîndarê Ewlehiya Giştî, Wekîlê Îsxitbaratê û Wekîlê Wezîrê Karên Navxwe hebûn lê niha yek ji wan nemaye.

Tiştê ecêb jî ev e ku rayedarên Kurd bi dû wan postan nakevin û dîsa postên xwe naxwazin.

“Îraqê nehişt Koalîsyon dronan bide Pêşmergeyan”

Babekir Zêbarî destnîşan kir, piştgiriya ku Koalîsyon dide Pêşmergeyan kêm e û hinek caran Îraq bixwe li ber piştgiriyê dibe asteng û got:

“Koalîsyonê xwest ku dronan bidin Pêşmergeyan lê Îraqê nehişt.”

 Zêbarî got ku reformên li ser Pêşmergeyan berdewam dikin û li gorî planê dê heta 3 salên din reform temam bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst