Îraq: Me drona Tirkiyeyê xist xwarê

29-08-2024
Nîşan Îraq Dron Kerkûk Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sîstema parastina asmanî ya Îraqê ragihand ku wan drona Tirkiyeyê xistiye xwarê.

Hêzên Ewlehiyê yên Kerkûkê ragihand ku li Kerkûkê dronek ketiye xwarê.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê ragihandibû ku ev dron ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Îraqê ve hatiye xistin lê ew nizanin bê ya kê ye.

Ya Tirkiyeyê ye

Sîstema parastina asmanî ya Îraqê ragihand ku ew dron a Tirkiyeyê ye.

Hat ragihandin ku ew dron bêyî ku destûra wê hebe li asîmanên Kerkûkê firiyaye û Îraqê jî ew daye erdê.

Hat zanîn ku ew drona Tirkiyeyê bi 4 guleyên balafirşikên hatiye xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst