Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo kişandina cezayê ku ji ber fêrkirina Kurdî lê hatiye birîn, mamosteya Kurdî Sirwe Pûrmihemedî ket Girtîgeha Navendî ya Sineyê.
Li Rojhilatê Kurdistanê girtin, cezakirin û desteserkirina aktivîstên mafên mirovan û zimanê Kurdî berdewam dike.
Herî dawî 5 sal cezayê zindanê li mamosteya zimanê Kurdî Sirwe Pûrmihemediyê hat birîn.
Malbat û hevkarên Sirwe Pûrmihemediyê doh li ber mala wê civiyan da ku xatir jê bixwazin.
Wê demê Sirwe Pûrmihemediyê ew helbesta helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes xwend ku dibêje, "Tiştê ku hûn qet nikarin bikin jêbirina azadiya di ruhê me de ye."
Sirweyê got jî: "Ez we dilniya dikim û soz didim ku heta dawiya cezayê xwe û heta dawiya temenê xwe ez ê li ser vê rêbaza rast bimînim û heta ku em bigihîjin armancên xwe yên neteweyî."
Bavê Sirweyê ragihand, "Keça min ji ber ku wê ji bo parastina zimanê dayîka xwe têkoşiyaye û westiyaye di vê rêyê de 5 sal cezayê girtîgehê lê birîn.
Cihê şanaziyê ye ji bo min û ez qet ne nîqeran im, ne tenê keça min e keça Kurdistanê ye."
18ê Nîsanê, mamosteyê zimanê Kurdî Sirwe Pûrmihemedî li ser biryara dadgehê ji Rûdawê re axivî û got:
"Piştî Şoreşa Jîna Emînî bi tohmeta pêkanîna koma û komeleyên neyasayî em 4 kes hatin desteserkirin lê rastiya karê me bi awayekî xwebexş tenê fêrkirina zimanê Kurdî bû.
Du hevalên me ji aliyê Dadgeha Parêzgeha Sineyê ve bêsûc hatin dîtin û azad bûn lê ez û Îdrîs Minberî hatin cezakirin.
Destpêkê cezayê min 10 sal bû, piştre li Dadgeha Îstînafê wekî 5 salan hat kêmkirin lê cezayê Îdrîs Minberî du sal e û niha li Dadgeha Îstînafê ye. Di hemû rûniştinên dadgehê de ez û parêzerê min amade bûn."
"Karê me fêrkirina Kurdî ye"
Li gorî gotina wê, dê roja îro bicihkirina cezayê wê dest pê dike û dê bê girtin.
Sirwe Pûrmihemedî xelka Sineyê ye û aktivîsta Rêxistina Nojîn e ku wekî ew dibêje: "Karê rêxistina me fêrkirina zimanê Kurdî û şopandina pirsgirêkên civakê ye."
Li gorî madeya 15an a Destûra Îranê, xwendin bi zimanê dayikê li dibistan û xwendingehên wî welatî ji bo hemû neteweyên cuda yên Îranê meşrû ye lê ev madeya destûrê heta niha ji aliyê hikûmetê ve nehatiye bicihkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse