Ji bo Wan, Erzirom û Erzinganê hişyarî hat dayîn

20-04-2025
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Hişyarî Barîna Baranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 8 bajarên Tirkiyeyê hişyariya baranê hat dayîn.

Li gorî rapora Birêveberiya Giştî ya Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ya derbarê texmînên keşûhewayê de, tê pêşbînîkirin ku îro li parêzgehên Wan, Erzerom û Erzinganê yên Bakurê Kurdistanê û bajarên Bilecik, Eqere, Çankiri, Nevşehîr, Qeyserî, Sînop, Kutahya û Eskişehirê baran bibare û brûsk vedin.

Tê pêşbînîkirin ku li aliyê rojava yê devera Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (Bakurê Kurdistanê) ku parêzgehên weke  Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê û çend parêzgehên din li xwe digire toz bibare.

Ji bo beşek ji parêzgehên Herêma Serhedê jî hişyariya bahozê hatiye dayîn û ji welatiyan hat xwestin ku li hemberî bipêşketinên neyînî yên ba û bahoza bihêz û tozbarînê tedbîrên pêwîst wergirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst