Li Êlihê 17 kes ji ber madeyên hişbir hatin girtin

12-03-2024
Nîşan Êlih Girtin Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê 17 kes bi tohmeta qeçaxçîtiya madeyên hişbir hatin girtin.

Parêzgariya Êlihê da zanîn, tîmên Şaxa Rûbirûbûna Madeyên Hişbir ên bi ser Rêveberiya Ewlehiyê ya Êlihê ve bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ji bo desteserkirina kesên ku karê madeyên hişbir dikin operasyonek daye despêkirin.

Di çarçoveya operasyonê de roja 21ê Sibatê polîsan bi ser gelek malan de girtiye û 17 kes desteser kirine.

Di biserdegirtinên malan de polîsan dest daniye ser nêzîkî 14 kîlogram madeyên hişbir, demançe û çifteyeke bêruxset û 2 demaçeyên teqteqok.

Ev 17 kes doh bi biryara dadgehê hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst