Li Êlihê 12 kes hatin girtin: Hincet xwenîşandan in

19-11-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih Girtin Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ku beşdarî xwenîşandanên li dijî tayînkirina qeyûman bûne 12 kes kes hatin girtin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê kiribû.

Piştî tayînkirina qeyûman li seranserê Bakurê Kurdistanê xwenîşandan û çalakiyan li dijî tayînkirina qeyûman dest pê kiribû.

Êkîbên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Rêvebiriya Ewlehiyê ya Bajêr ji bo girtina kesên beşdarî xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûman bûne xebat dabû destpêkirin.

16ê Çiriya Paşîn di operasyonan de 24 kes hatibûn desterserkirin ku ji wan 6 zarok bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), miameleyên kesên hatine desteserkirin li Navenda Ewlehiyê ya Êlihê bi dawî bûn.

Ji kesên desterserkirî 12 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.

12 kes jî bi merca kontrola dadî hatin berdan.

Kesên hatine girtin ev in:

“Omer Altinişik, Huseyîn Turan, Diyar Alkanat, Muhammed Nurullah, Muhammed Avcil, Bariş Çal, Yakup Yunultaş, Yasîn Taşan, Yusuf Yavuz, Davut Yalvaç, Firat Çeken, Numan Baykal."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst