Ji ber bombebarana Bendava Tişrînê Kobanî 2 roj in bê elektrîk e

11-12-2024
RÛDAW
Girê Miştenûrê yê Kobaniyê /Wêne: Torên Civakî
Girê Miştenûrê yê Kobaniyê /Wêne: Torên Civakî
Nîşan Kobanî Ednan Bozan Elektrîk Komên çekdar Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Xwecihî yê ENKSyê yê Kobaniyê Ednan Bozan got, " Ji ber bombebarana Tirkiyeyê ya li Bendava Tişrînê 2 roj in Kobanî bê elektrîk e."

Berpirsê Xwecihî yê ENKSyê yê Kobaniyê Ednan Bozan beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û bipêşketinên li Kobaniyê axivî.

Ednan Bozan diyar kir ku komên çekdar heta Çemê Feratê hatine lê çem derbas nekirine.

Her wiha Ednan Bozan ragihand ku ji ber bombebarana Tirkiyeyê ya li Bendava Tişrînê elektrîka Kobaniyê hatiye birîn û xelk bi jenerator û panelên rojê elektrîkê dabîn dikin.

Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobaniyê de ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Ev 2 roj in komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê êrişê Kobanî û Bendava Tişrînê dikin.

Şeva borî jî Balafirên Tirkiyeyê Bendava Tişrînê bombebaran kir.

Li aliyê din Endan Bozan da zanîn ku pêştir pêwîstiyên Kobaniyê ji bajarê Minbicê dihatin dabînkirin lê belê niha ji ber rewşa metirsîdar û xerabûna rêyan xelk nikara her û were û eger heye ji ber vê yekê li bajêr bihabûn dest pê bike.

Di beşeke din a axaftina xwe de Ednan Bozan got ku li gorî zanyariyan, rêkeftin heye ku grûpên çekdar sînorê Çemê Feratê derbas nekin lê belê pêwîst e PYD û Rêveberiya Xweser ji rewşê re çareseriyekê bibîne.

Ednan Bozan amaje bi wê yekê kir ku her çiqas rewşa Kobaniyê û gundên derdorê aram be jî, gel bi fikar e û ditirse ku senaryoya Sarê Kaniyê û Girê Spî dubare bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst