Dogan Hatun: Divê Meclîsa Şaredariyê ya Colemêrgê kesekî bike şaredar

11-06-2024
RÛDAW
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun daxuyanî da
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun daxuyanî da
Nîşan Dogan Hatun Qeyûm Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun ragihand ku divê Meclîsa Şaredariyê ya Colemêrgê kesekî bike şaredar.

Nerazîbûnên li hemberî danîna qeyûm li şaredariya Colemêrgê berdewam dikin.

Ji aliyekê ve meş têne lidarxistin û ji aliyê din ve jî daxûyanî tên dayîn.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun îro di civineke rojnamegeriyê de xwest ku şêwazê rûbirûbûna hikûmetê ya li pirsgirêkan bê guhertin.

Dogan Hatun got, eger kesekî pirsgirêkekî xwe hebe, divê destpêkê ew bê bangkirin û piştre karûbarên din ên yasayî bêne birêvebirin.

Hatun tekez kir ku nabe bi vî şêwazê ku li Colemêrgê bûye, li şûna şaredaran qeyûm bêne danîn û got:

“Li gorî yasayan mafê Meclîsa Şaredariyê ya Colemêrgê heye ku kesekî din hilbijêre û divê qeyûm bê rakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst