Rûdaw çû ‘mala’ Xanim Demîrê: Me dîtiye gurên serê çiya nebînin kurê min!

08-08-2023
Abdulselam Akinci
Nîşan Xanim Demîr Amed Sûr TIR
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Xanim Demîra 59 salî û 6 neviyên xwe li taxa Seyrantepeyê ya Amedê di qaseya TIRê de dijîn.

Xanim Demîrê ji Rûdawê re got, “Me dîtiye gurên serê çiya nebînin kurê min. Ez çi bikim ez mirim! Ez rûdinim digirîm digirîm digirîm.”

Xaniyê Xanim Demirê sala 2015an di Şerê Sûrê yê di navbera gerîlayê PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de xisar dît.

Piştî ku hatiniyê wê xisar dît wê ji Sûrê bar kir û li Seyrantepeyê bi cih bû.

Ew û neviyên xwe li çend cihên cuda man lê piştre wan bi alîkariya xelkê qaseya TIRekê ji xwe re kire weke jûrekê.

Kurê Xanim Demîrê di girtîgehê de ye û dayîka nevîyên wê jî dev ji zarokên xwe berdaye û çûye.

Xanim Demîrê got ku ew nizanin bê ma keça wê li kû derê ye.

Niha ew ji rayedar û xêrxwazan dixwaze ku xaniyên wan yê li Taxa Elî Paşayê ya navçeya Sûrê were nûjenkirin û ew derbasî mala xwe bibin.

Xanim Demîra nexweş, ev 4 sal in ku bi 6 neviyên xwe re li Taxa Seyrantepeyê di şertên gelekî xerab de di qaseya TIRê de dijî.

Di hewaya germ a Amedê ku pileya wê 44an jî derbas dike de ev hefteyek e ku elektirîka wan hatiye qutkirin.

“Ne pace ye ne derî ye”

Xanim Demîrê, ji Rûdawê re behsa rewşa xwe ya zehmet kir û got:

“Carekê ji ber xendeqan em reviyan hatin vir, em salekê man û dîsa vegeriyan xanîyê xwe. Heya em çûn me li xanî mêze kir, hay lo lolo lolo! Ne pace ye ne derî ye ne jî hesinên ber derî ne! Wan heta bi betona bine xanî jî biribû.”

Xanim Demîr tevlî van şertên giran jî ji xwe zêdetir di xema nevîyên xwe de ye.

Xanim Demîrê amaje pê kir ku ew nikare tiştekî bikire û got:

“Ez û şeş nevîyên xwe ne. Ez diçim li ber firûnan rûdinim Misilmanên wek te ji min re nan dikirin. Ew mêaş ez distînim jî… De îca vêya sol e, vêya arvan e her tişt e kurê min.

“Me dîtîye gurên serê çiya nebînin kurê min”

Tişt biha bûne ez nikarim bistînim. Bîrayê min hat kuştin min sê sêwiyên wî xwedî kirin. Zilamê min mir min 7-8 zarokên xwe xwedî kirin.

Îca yên lawê min ketin stûyê min. Me dîtiye gurên serê çiya nebînin kurê min. Ez çi bikim ez mirim, ez rûdinim digirîm digirîm digirîm.”

3 neviyên Xanim Demîrê keç, 3 jî kur in û 4 ji wan dixwînin.

Du neviyên ku temenê wan 12 û 16 sal e jî wekî karkerên demsalî çûne herêma Behra Reş û di karê komkirina findiqan de dixebitin.

“Em zivistanan ji serma, havînan jî ji germa dimirin”

Melek Demîra nevîya Xanim Demîrê jî bi vî awayî behsa rewşa xwe kir:

“Em dixwazin herin mektebê, em dixwazin herin mala xwe ya berê. Ew der nêzîktir e. Em li vê derê zivistanan ji serma, havînan jî ji germa dimirin.”

Xanim Demîr û neviyên wê dixwazin ku beriya hatina zivistanê çareyek ji wan re were dîtin daku vê zivistanê jî li ber sermayê nemînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst