Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê: Amed dê dewlemend bibe

20-08-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li Amedê bû
Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li Amedê bû
Nîşan Cevdet Yilmaz Amed AK Partî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, piştî erka xwe ya nû cara yekem çû Amedê.

Yilmaz, di serdana xwe de bi karsazên Amedê re jî civiya û guh da pirsgirêkên wan ên aboriyê.

Gelek karsazan ji bo çareserkirina pirsgirêkên aboriyê li ser navê saziyên xwe yên karsazan rapor pêşkêşî serokomariyê kirin.

Cevdet Yilmazê ku ew bixwe Kurd e û ji bajarê Çewlîgê ye, çû Amedê.

Dema Yilmaz çû Amedê, hêzên ewlehiyê ji bo wî ketin rewşa amadebaşiyê.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê, piştî serdana parêzgariyê, çû serdana şaxa AK Partiyê ya Amedê û bi endamên partiya xwe re civiya.

“Amed dê dewlemend bibe”

Yilmaz paşê jî bi karsazên Amedê re civînek li dar xist û qala projeyên hikûmetê kir: .

“Dema ku me projeya bendava Silîva bire serî, ev proje bi serê xwe jî dê aboriya Amedê, îstixdama wê, bazirganiya wê û pîşesaziya wê bi pêş bixe.

Wî çaxî dê Amed dewlemend bibe. Bi projeya Silîva re me bihayê 18,6 milyar lîre veberhênan kir.

Me ji bo Amedê 5 bendav û 13 tesîsên avdaniyê çêkirin. Di 21 salên dawiyê de me ajelvanî li gorî berê bi hezaran qat zêde kir.

Ji dewaran heta pez, ji hilberîna hingiv heta dewlemendiyên çandî yên baxçeyên Hewselê û Sûrên Amedê em xwedî lê derketin. Çi ji destê me tê em dikin û em ê bikin jî."

Karsazan daxwaza krediyan kir

Karsazên ku tevlî civîna Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê bûn, piranî ji zêdebûna enflasyonê gazin kirin. 

Karsazan herwiha da zanîn ku banka krediyan nadin û ji vê yekî jî bigazin bûn.  

Karsaz dibêjin heta ku banka krediyê nede karsazan, ew nikarin pirsgirêka aboriyê çareser bikin.

Ji ber ku Cevdet Yilmaz Kurd e û ji Çewlîgê ye, karsaz pê bawer in. 

Karsaz Mehmet Dalkiran da zanîn ku ew niha ji aliyê bankayan ve rûbirûyî problemên mezin dibin got:

“Ji aliyê kardîtinê ve em rastî problemên mezin dibin. Ji ber ku baca li ser tekstîla ku ji derve tê nayê wergirtin, ji aliyê lêçûnan ve em pirsgirêkên mezin dibînin.  

“Bila li Amedê veberhênanê bikin”

Karsaz Serdar Ay jî got, “Em dixwazin alîkariya me bikin û li vir veberhênanê bikin. Geşt û gûzariya vê derê baş bikin. Ji ber ku ew welatiyê me ye, baweriya me pê pir e.”

Karsaz Medenî Dîlek jî diyar kir ku di aboriyê de enflasyon zêde bûye û got:

“Ji aliyê kar û heqdestan ve problemên me hene. Em jê krediyan dixwazin, pereyan dixwazin. Bila hinekî pêşiya me veke."

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li Amedê tevlî 4 bernameyan bû û paşê ji bajêr çû. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst