DEM Partî dê li Colemêrg û Mêrsînê mîtîngan li dar bixe

09-06-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Şaredariya Colemêrgê Qeyûm Mîtîng
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku ew dê 13ê mehê li Colemêrgê û 14ê mehê jî li parêzgeha Mêrsînê li dijî biryara danîna qeyûm a ser şaredariyê mîtîngan saz bike.

Berdevka Partiya  Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan îro li navenda giştî ya partiya xwe di konferansa rojnamegeriyê de axivî.

Ayşegul Doganê da zanîn ku dê 13ê vê mehê, li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê û 14ê mehê jî li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê li dijî danîna qeyûman mîtîngan li dar bixin.

Li aliyê din, DEM Partiyê ragihand ku dê îro danê êvarê jî li Amedê meşeke girseyî, li dijî danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê li dar bixe.

"Navê vê hiqûqê çi ye?"

Ayşegul Doganê behsa danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê kir û wiha got:

“Ji ber ku ti sedemek nebû danîna qeyûm pê biparêzin Serokkomar Erdogan bi xwe got, ‘Yasa nîne û em hiqûqê bi cih tînin, darazê ne yasa hiqûq bi cih aniye û biryara xwe jî li gor vê yekê daye.’

Tişta em herî dawî bibêjin em destpêkê bibêjin.

Em wekî DEM Partiyê dipirsin, navê wê hiqûqê ku ji bo me DEM Partiyiyan û di serî de Kurd, nasname, gel û baweriyên din ên li vî welatî dijîn tê bicihkirin çi ye?

Divê êdî navek ji bo vê hiquqê bê danîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst