Yekîtiya Weşangerên Kurd li hemberî tayînkirina qeyûm nerazîbûn nîşan da

04-06-2024
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Weşangerên Kurd Qeyûm Şaredariya Colemêrgê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Weşangerên Kurd li dijî biryara tayînkirina qeyûm derket û ragihand, “Îradeya gel di ser her tiştî re ye.”

Yekîtiya Weşangerên Kurd bi bîr xist ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de, li Colemêrgê wekî hevşaredar li ser navê DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçeyê qezenc kir.

Di 3ê Hezîrana 2024an de bi hinceta lêpirsînekê Mehmet Sidik Akiş hat desteserkirin û dewletê, waliyê Colemêrgê wekî qayûm li şaredariyê tayîn kir.

“Îradeya gel di ser her tiştî re ye”  

Yekîtiya Weşangerên Kurd got:

“Em wekî Yekîtiya Weşangerên Kurd vê helwesta şaş a ku vîna gel, hiqûq û edaletê binpê dike qebûl nakin.

Divê dewlet vê biryara şaş demlidest bi paş ve vekişîne û li ser navê Colemêrgiyan hevserokên ku wan hilbijartiye, birêz Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe vegerin ser karê xwe û wan temsîl bikin.

Îradeya gel di ser her tiştî re ye.”  

Weşanên endamên Yekîtiya Weşangerên Kurd ev in:

Weşanên Ar

Weşanên Lîsê

Weşanên Sîtavê

Weşanên Aramê

Weşanên Ma Muzîkê

Weşanên Sorê

Weşanên Aryen

Weşanên Morî

Weşanên Tevnê

Weşanên Avayê

Weşanên Nayê

Weşanên Wardozê

Weşanên Avestayê

Weşanên Nûbiharê

Weşanên Weqfa Mezopotamyayê

Weşanên Belkîyê

Weşanên Pallê

Weşanên Zîlan Akademî

Weşanên Darayê

Weşanên Payîzê Weşanên Zîzê

Weşanên Dengê

Weşanên Peywendê

Weşanxaneya Azad

Weşanên Doyê

Weşanên Ronyayê

Weşanxaneya Lûvîyê

Weşanên Dozê

Weşanên Roşnayê

Weşanxaneya Ronî

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Weşanên Rûpelê

Weşanxaneyê Vateyî

Weşanên J&Jyê

Weşanên Sarê

Weşanên Kurdistanê

Weşanên Sîdarê

Çi bûbû?

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş doh bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji kar hat dûrxistin û li Wanê hat desteserkirin.

Heman rojê Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li cihê wî wekî qeyûm hat danîn.

DEM Partiyê piştî danîna qeyûm biryar da li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.

Piştî vê biryarê jî li bakurê welêt pêleke qedexeyan dest pê kir û li 11 parêzgehan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Heta niha li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Sêrt, Bedlîs, Wan, Colemêrg, Agirî, Mûş û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê qedexe hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst