Li Şirnexê leşkerek mir

08-08-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Muhammet Kalaz Leşker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê leşkerekî wan miriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, li Şirnexê çawîşê pispor ê bi navê Muhammet Kalaz dema li ser wezîfeya xwe bû, ji nişka ve nexweş ket û krîza dil lê da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Muhammet Kalaz li nexweşxaneyê miriye.

Li aliyê din, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî derbarê mirina Kalaz peyamek belav kir.

Alî Yerlî ragihand ku Kalaz di dema lêgerînê ya li Şirnexê de nexweş ketiye.

Muhammet Kalazê 27 salî ku mehekê berê li Şirnexê hatiye wezîfedarkirin, bi eslê xwe ji navçeya Safranboluyê ya Karabukê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst