Brîtanyayê hişyarî da welatiyên xwe ku serdana Şirnexê û Colemêrgê nekin

01-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Şirnex Colemêrg Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Brîtanyayê hişyarî da welatiyên xwe ku vê havînê bi sedema ku nêzîkî sînorên Sûriyê ne serdana parêzgehên Şirnexê û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê nekin. Her wiha daxwazê ji welatiyên xwe yên geştiyar dike ku xwe 10 kîlometreyan nêzîkî sînorên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yên ligel Rojavayê Kurdistan û Sûriyê nekin.

Hikûmeta Brîtanyayê di pêşniyarnameya xwe ya geştê ya îsal de çend hişyarî dane welatiyên xwe yên ku serdana Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dikin neçin çend navçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Ofîsa Geşedanê û Civaka Milletan a girêdayî Wezareta Derve ya Brîtanyayê (FCDO) pêşniyar li welatiyên xwe yên ku îsal serdana Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dikin kiriye ku “serdana navçeyên 10 kîlometreyan nêzîkî sînorê Sûriyê” nekin.

Saziya navborî bi hinceta ku nêzîkî sînorê Sûriyê ne ji welatiyên xwe yên geştiyar daxwaz kiriye ku serdana parêzgehên Şirnexê û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê nekin.

Her wiha ragihandiye ku “ti serdanek bi awayekî ewle nayê garantîkirin” û ji her welatiyek xwe daxwaz kiriye ku dema serdana Tirkiyê dikin sîgortayeke guncav a geştê ji xwe re dabîn bikin.

Wezareta Derva ya Brîtanyayê bal kişandiye ser erdhejên 6ê Sibatê jî û tekezî li ser aloziyên siyasî jî kiriye. Li aliyê din tekezî li ser wê yekê jî kiriye ku piraniya geştên bo Tirkiyê bê pirsgirêk derbas dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst