Kesekî li Zaxo 130 corên genim çandine

08-06-2022
Yûsif Mûsa
Cotkarekî Zaxo tovên genim ji çend welatên cûda anîne
Cotkarekî Zaxo tovên genim ji çend welatên cûda anîne
Nîşan Zaxo Genim Tov Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporekê çandiniyê li Zaxo, 130 corên genim li ser 2 doneman çandine. Wî tovên navçe û welatên cûda anîne û dixwaze lêkolînê bike ka kîjan ji wan zêdetir xwe li ber kêmaviyê digre.

Ji ber kêmbûna rêjeya baranbarînê û hişkesaliyê, cotyarên Kuridstanê li Zaxo û Sêmêl zerereka mezin dîtine. Umêd Seidî dixwaze coreke genimî biçîne ku ava kêm bixwaze û berhemeke baş hebe. Wî 130 corên genim ji welatên cuda anîne wan test dike.

Li gor endazyarekê Wezareta Çandinê ya Herêma Kurdistanê, piştî ku lêkolîn kir, derket holê ji wan genimên ku Umêd Seîdî çandine, 13 cur baş in ku xwe li ber kêm aviyê digre, taybet genimê “Rêzan yê Kurdî.”

Pisporê çandniyê Umêd Seîdî dibêje: “Ev e  sê sal e rêjeya baranê nagihêje heta 400-500 milîman, reng e derdora 250 heta 300 milîman be. Ji ber vê yekê em dê genimê pêwîstî kêmtir bi 250 milîman hebe destnîşan bikin û wî coreyê genim li herêmê belav bikin û em dê cotyaran bibêjin vî genimî bikar bînin.”

Ji ber hişkesaliyê ev du sal in qezanca Cotyar Mihsin Hesen kêm bûye, lewma dixwaze îsal tovê xwe biguherîne.

Cotyar Mihsin Hesen dibêje: “Her sal ez 600 doniman diçînim û derdora 60 heta 70 milyon dînar lêçûna wî çê dibe. Em hatina li tovekê bigerin ku ji bo devera me guncaw be.”

Cotyar Salih Ebdulkerîm jî yek ji wan cotyaran e ku ji ber genim îsal zerarmend bûye û dixwaze toveke baş ji bo çandiniyê peyda bike. Salih Kerîm îsal 70 ton genim li zeviyên sê gundan reşandibû, lê îsal destvala ma.

Cotyar Salih Ebdulkerîm dibêje: “Genimê me îsal yê Edene û Cîhan e. Ev çar sal e hikûmeta Iraqê ev genim ji ard li ser me ferz kiriye. Em niha li gor daxwaza wan çandiniyê dikin. Dema em bi dilê xwe bûn, me genimê bo savar û ard diçand û wê demê qezanca me zêdetir bû.”

Wezareta Çandin û Çavkaniyê Avê avê tehlîlan li ser vekolîna Zaxo dike. Bi gotina Endezyarê Çandiniyê li Wezareta Çandin û Çavkaniyê Avê Dr. Arî Silêman wan 13 coreyên genim destnîşan kirine ku xwe li ber kêmaviyê bigirin.

Di vekolînê de  90 corên tovên genim ji bo ard hatine çandin û 40 corên genim jî bo savarê hatine  çandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst