Rêveberiya Xweser: Heta niha me 800,000 ton genim ji cotkaran wergirtiye

03-07-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dibêje, heta niha wan 800 hezar ton genim ji cotkaran wergirtine û ji 20ê Hezîranê ve jî dayîna pereyên cotkaran dest pê kiriye.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, tenê roja yekem a Cejnê wergirtina genim ji cotkaran rawestiyabû, lê di rojên din de wergirtina genim berdewam bûye.

Li gor heman desteyê, heta niha Rêveberiya Xweser 800 hezar ton genim ji cotkaran wergirtiye.

Desteya Çandiniyê diyar jî kiriye, ji 20ê Hizêranê ve wan dest bi dayîna pereyên cotkaran kirine.

Rêveberiya Xweser 8 navend li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Reqa û Dêrazorê ji bo wergirtina genim terxan kirine. Tê pêşbînîkirin ku heta dawiya werzê dirûna genim, milyonek ton genim ji cotkaran were kirîn.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ji bo her tonek genim 430 dolarên Amerîkî dide cotkaran.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst