Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin
Vê sibehê polîsan li Amedê avêtin ser mala Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad û ew desteser kirin.
Li gorî agahiyan Ferîd Azad bi hinceta propagandaya rêxistinê hatiye desteserkirin.
Evîn Azad hevjîna Ferîd Azad li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, "Polîs niha dîsa hatin ji malê hevjînê min Ferîd Azad birin qereqolê."
Her wiha Evîn Azadê da zanîn ku ji bo îfadeyê gazî hevalekî wan jî kirine.
Polês niha dîsa hatin ji malê hevjînê min @Ferid__Azad birin qereqolê.
— Evîn Azad (@AxaEvina) April 7, 2025
Polîsan 9ê Tebaxa 2024an bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) ya li Amedê û malên çend endamên wan de girtibûn.
Di encamê de berdevkê PCSyê Ferîd Azad û 3 endamên platformê hatibûn desteserkirin.
PCSyê 11ê Tebaxê di daxuyaniya xwe de ragihandibû kû Dadgeha Mêrsînê bi hinceta "endamtiya PKK û KCKyê" biryara girtina Ferîd Azad û Behced Çîftçî dabû.
Ferîd Azad û Behced Çîftçî 10ê Çiriya Pêşîna 2024an hatibûn berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse