Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê

07-04-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan Îmarat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê û dê bi Serokê Îmaratê Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan re bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî diçe Ebû Dabiya paytexta Îmaratê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser serdanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê Nêçîrvan Barzanî  bi Serokê Îmaratê Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan re bicive.

Li gorî daxuyaniyê "Her du serok dê pêwendiyên Îmaratê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bipêşketinên dawî  yên herêmê û çend mijarên girîng ên hevbeş gotûbêj bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst