Kurdên Feylî yên Mendeliyê: Ava me ya vexwarinê şor e

06-04-2025
RÛDAW
Kurdên Feylî\ Wêne: Rûdaw
Kurdên Feylî\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurdên Feylî Mendelî Rejima Beisê Komkujiya Kurdên Feylî
A+ A-

Mendelî (Rûdaw) - Kurdên Feylî yên Mendeliyê dixwazin ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve bên qerebûkirin xizmetguzarî ji wan re bê dabînkirin.

Heta niha ne Hikûmeta Îraqê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî pêwîst xizmeta Mendeliyê nekiriye.

Şukir Ebas dema ku gundê Hewasî yê mala bavê wî li Mendeliyê hat hilweşandin, temenê wî 13 sal bû.

Sala 1975an 78 gundên Kurdên Feylî hatin valakirin û ji bo bajarên girêdayî parêzgeha Bexda û Diyalayê hatin veguhastin û venegeriyan bajar.

Şukir Ebas malnişîn e û dibêje: "Sala 1975an ev xelk hemû ji bo Beredrûz, Beqûbe û Bexdayê hatin veguhastin. Heta niha jî venegeriyane. Ew hemû Feylî bûn."

Niştecihên wî bajarî dibêjin, hîn jî şopa guhertina demografiyê li bajêr diyar e. Xizmetguzarî kêm in û heta ava vexwarinê jî nîne.

“Ne Bexdayê ne jî Hewlêrê ji me re xizmet nekir”

Husên Elay bazirgan e û dibêje: "Ne hikûmeta navendî, ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê tiştek ji bo Kurdên Mendeliyê nekirin.

Mendelî niha jenosîd bûye. Li Mendelî tiştek nemaye. Ti xizmetguzarî lê nemane. Xelkê wê Kurd in, lê niha çûne Bexda, Silêmanî û Beqûbeyê."

Ebas Îsmaîl malnişîn e dibêje: "Rewşa me neguheriyaye. Wek ku tu dibînî wisa ye.

Ne xizmetguzarî heye, ne avakirin. Heta niha ava me ya şirîn tune, ava me şor e. Ti tişt neguheriyaye. Ne Kurdistanê ne Erebistanê tiştekî ji bo me nekirin."

Sadir Ehmed pêşmerge ye û behsa wê yekê dike: "Xelkê Mendeliyê wê demê bi şev hatin sirgunkirin, bi otomobîlên leşkerî ew birin. Rejîmê ew birin."

Mendelî sala 1947an bûye navçe û yek ji navçeyên herî kevn e ku niha girêdayî parêzgariya Diyalayê ye.

Li Mendeliyê 78 gundên Kurdan hene

Li sînorê Mendeliyê 78 gundên Kurdan hene, piraniya wan Kurdên Feylî ne û sala 1975an rastî êrişên rejima Beisê hatin û hatin sirgunkirin û qetilkirin.

Sirguna sala 1975an û êrişên 16ê Çiriya Paşîn a 2017an demografiya vî bajarê Kurdî bi temamî guherandine.

Li gorî amara Qaymeqamtiya Qezaya Mendeliyê, hejmara niştecihên vî bajarî nêzîkî 32 hezar kes in ku bi vî rengî hatine dabeşkirin; Ereb 20 hezar, Kurd 7 hezar û Turkmen 5 hezar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst