Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber pirsgirêka erdan kesekî biraziyê xwe yê 38 salî kuşt û kurê wî jî birîndar kir.
Li gundê Eşmeyê yê navçeya Bêrecûkê, doh ji ber de pirsgirêka erdan di navbera Hasan Karataşê 53 salî û biraziyê wî Enver Karataşê 38 salî de pevçûn derket.
Di pevçûnê de Hasan Karataş bi demançeyê gule li biraziyê xwe Enver Karataş û kurê wî Ebubekir Karataşê 22 salî reşandin û her du birîndar kirin.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û Enver û kurê wî Ebubekir birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.
Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Enver Karataş canê xwe ji dest da û dermankirina Ebubekir Karataş berdewam e.
Êrişkar Hasan Karataş ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse