Li ber tunela Zaxoyê bûyera trafîkê: 1 mirî û 29 birîndar hene

13-07-2023
RÛDAW
Nîşan Zaxo Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîk tunela Zaxoyê bûyereke trafîkê çêbû û Berdevkê Tendirustiya Zaxoyê ji Rûdawê re ragihand, di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 29 kes jî birîndar bûne.

Nûçegihanê Rûdawê diyar kir, bûyer di navbera barhilgirekê û otomobîlekê de li nêzîk tunela Zaxoyê çêbûye.

Berpirsê Ragihandinê yê Polîsê Trafîkê yê Zaxoyê, Beşîr Yûsif ragihand, “bûyer îro demjimêr di 10:30 xûlekan de çêbûye û di navbera barhilgireke ji corê KIA ya du tonî û otomobîleke ji corê Mersedesê de bûye.”

Beşîr Yûsif diyar kir, di bûyerê de kesek miriye û 29 kes birîndar bûne, herwiha zirarek mezin gihîştiye her du wesayîtan.

Berdevkê Tendirustiya Zaxoyê, Emîr Elî jî diyar kir, “li rêya Girşînê li nêzîk tunela Zaxoyê bşyereke mezin a trafîkê çêbû. Di encam de kesekî canê xwe ji dest daye û 29 kes birîndar bûne.”

Emîr Elî diyar kir, “bûyer di navbera barhilgirekê û otomobîleke taybet de çêbûye, ji 29 birîndarên bûyerê jî 9 kes jin in û 20 kes jî zilam in.”

Bi gotina Berdevkê Tendirustiya Zaxoyê, kesê ku jiyana xwe ji dest daye, zilam e û 30 salî ye.

Berdevkê Tendirustiya Zaxoyê herwiha destnîşan kir, birîna hejmarek ji birîndarên bûyerê giran e û di jêr çavdêriya pizîşkan de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst