Li Ameda Bakurê Kurdistanê, “Pêşangeha Xwarinên Mezopotamya û Xwarinên Herêmî yên Biharê” deriyên xwe kirin.
Pêşangeh bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê û Anatolia Fuarcilikê tê lidarxistin.
Di pêşangehê de dildarên gastronomiyê hatin cem hev.
Ji 45 parêzgehanTirkiyê û Bakurê Kurdistanê 135 kompanya tevlî pêşangehê bûne xwarinên xwemalî pêşkêşî mêvanan dikin.
Ziyaretkar dikarin her roj saet di navbera 11.00 û 20.00an de li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê serdana pêşangehê bikin.
Kebaba caxê, penêrê Wanê, cûreyên donerê û xwarinên taybet û sereke yên pêşangehê ne.
Pêşangeh her wiha derfetê dide ku berhem rasterast ji kompanyayên beşdar bên kirîn.
Yên ku dixwazin tahmên herêmî keşif bikin, dikarin hefteyekê bigihêjin van xwarinên bêhempa.
Şahiya tam û çêjê dê heta 13ê Nîsanê berdewam bike.
Wêne: Abdulselam Akinci / Rûdaw