Hewl didin ku Kurd û Êzidiyan jev veqetînin: Kurdên Êzidî û belge çi dibêjin?

07-06-2024
Nîşan Kurdên Êzidî Cudakirin Hewldan Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 182 parlamenterên Îraqê, ji bo ku Kurdên Êzidî wekî “netewe” bên qebûlkirin îmze dan lê Kurdên Êzidî ji ber vê hewldanê aciz in û belgê rastiyê nîşan didin.

Hewlên ku Kurdan ji hev veqetînin û parçebûna wan kûrtir bikin berdewam dikin.

Herî dawiyê li Parlamentoya Îraqê 182 parlamenteran îmze dan hev da ku Kurdên Êzidî ji Kurdan bên cihêkirin û wekî neteweyekî cuda bên qebûlkirin.

Heyder Şeşo: Divê Êzidî helwesta xwe nîşan bidin

Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo ev armancên wê hewldanê ji Rûdawê re nirxandin û got:

“Bi rastî karekî xerab e, divê Êzidî helwesta xwe nîşan bidin çimkî ev xizmetê ji wan re nake.

Em li dijî her planê ne ku Kurdan ji Kurdistanê veqetîne.

Ev ne tenê dijminahî ye, di heman demê de binpêkirin e û destê hêzên derve tê de heye.

Destê wê komê di vê lîstikê de ye ku bi salan bi hestên Êzidiyan dilîze.

Dibe ku ev ji bo propagandayê û şaşkirina xelkê be.

Eger Şingal bi projeya wan bibe dewlet jî ev ne di berjewendiya Êzidiyan de ye.

Em dê rewşê bişopînin, dibe ku plan neçe serî.

Em di zagona bingehîn de wekî pêkhateye ayînî û beşeke Kurdan hatine pênasekirin. Helbet em dê helwestê nîşanî van hewldanan bidin.”

Dawid Xetarî: Kurdbûna wan tiştekî teqez e

Dîroknûsê Kurd ê Êzidî Dawid Xetariyê ku 70 pirtûkên wî hene û piraniya wan li ser Kurdên Êzidî ne, rewş ji Rûdawê re nirxand.

Dawid Xetarî diyar ku ev hewldaneke têkçûyî ye û pê de çû:

“Hinek kes hewl didin ku Êzidiyan wekî neteweyekî cuda nîşan bidin.

Ev hewleke têkçûyî ye û berdewama hewlên berê ye û bi ser jî nakeve.

Bi rastî ecêb e ku parlamento xwe tevlî van karan dike, ev ne karê parlamentoyê ye.

Xeyn jî dabeşkirin û parçekirina xelkê ti armanca vê hewldanê nîne.

Êzidî Kurd in, ji aliyê dînî ve Êzidî ne. Ev rastî di hemû çavkaniyên kevin û nû de heye.

Kurdbûna Êzidiyan nabe amûreke siyasetê. Kurdbûna wan tiştekî teqez e.”

Çalakvanê Kurd ê Êzidî Karwan Hacî jî ew hewldana li Parlamentoya Îraqê ji Rûdawê re nirxand.

Karwan Hacî: Em bi cil, sînor, ziman, dîrok, cil û berg Kurd in

Karwan Hacî diyar kir ku netewe neguhere û berdewam kir:

“Kes nikare netewe biguhere, dîn diguhere lê esl na.

Em bi cil, sînor, ziman, dîrok, cil û berg Kurd in.

Ev ji bo hemû neteweyan tehdîdek e û pêngavek e ji bo terûbelakirina Kurdan.”

Îbrahîm Mîranî: Ew daxwaz ne yasayî ye

Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Îbrahîm Mîranî derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got:

"Ew daxwaz ne yasayî ye ji ber ku Êzidî ol in, ne netewe ne û gelê Îraqê li ser bingeha neteweyan nehatiye dabeşkirin.”  

Parlamenterê Nînowayê Nayîf Xelef Sîdo 18ê Çiriya Paşîna 2023yan nameyek ji Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran re şandibû û jê xwestibû ku fermanê bide saziyên fermî ku Êzidiyan wekî ol û neteweyekê binirxînin.

 Dr. Kazim Kerîm 5ê Adara 2024an li ser navê Encûmena Wezîran bersiv da nameya Nayîf Xelef Sîdo û destnîşan kir:

“Êzidîtî di destûrê de wekî dîn hatiye destnîşankirin, di destûrê de ti nîşaneyên netewbûna wan nînin.”

Kurdbûna Êzidiyan

Derbarê Kurd bûna Êzidiyan ji bilî rastiyên niha, gelek belgeyên dîrokî hene ku li vê derê em dê tenê beşekê ji wan diyar dikin:

-Her du pirtûkên pîroz yên “Cîlwe” û “Mishefa Reş” bi ziman û tîpên Kurdî ne.

-Dîroknasê Kurd Şerefxan Bedlîsî di pirtûka Şerefnameyê de, ku di navbera salên (1597-1599) de nivîsandiye dibêje Êzdî Kurd in.

-Salnameya dewleta Osmaniyan, di yekemîn salnameya ku sala 1847an de derxistiye de Êzidî wekî Kurd dane nasandin.

-Rapora Lîjneya Lêkolînê ya derbarê Mûsilê, ku sala 1925an hatiye amadekirin dibêje: Êzidî bi Kurdî diaxivin û îbadeta xwe bi Kurdî dikin.

-Dîplomatê Brîtanî Mark Sykes ku di navbera salên (1879-1919) de jiyaye gotiye, “Êzidî bi Kurdî diaxivin û bi wî zimanî îbadeta xwe dikin û li gorî wan Xwedayê wan bi Kurdî diaxive.”

-Daîretulmearîfa Îslamî amaje bi wê yekê kiriye ku nîştecihên Şingalê Kurdên Êzidî ne.

-Di nexşeya komeleya erdnîgariya şahane ya Brîtanyayê ya sala 1910an de Kurd û Êzidî bi yek rengî hatine nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst