Kurdan dîsa xwe xapand!

13-11-2024
RÛDAW
Nîşan Kurd Îran Îraq Ereb Şîe PDK Amerîka
A+ A-

Piştî rûxandina Sedam Hisên û avakirina Îraqa nû, wekî awayekî misogerkirina piştrastiyê û avakirina baweriyê di navbera wan de, her sê pêkhateyên sereke yên Îraqê (Kurd, Sunî û Şîe) bi navbeynkariya Amerîkayê li ser rêgezeke siyasî ji bo ku desthilatê bi hevpişkî bi rêve bibin, li hev kir.

Bingeha sereke ya vê rêgezê jî dabeşkirina postên bilind ên Îraqê di nav van her sê pêkhateyan de bû. Serokatiya komarê ji Kurdan re, serokê parlamentoyê ji Suniyan re û serokwezîr jî bi Şîeyan hat dayîn.

Dema Amerîkayê Îraq bi rê ve dibir, hevsengî hebû

Ev dabeşkirin ne di yasaya demkî ya birêvebirina dewletê de ne jî di destûrê de hatiye nivîsandin, tenê wekî irfekî hat bikaranîn. Heta niha jî, tevî kûrbûna nakokiyên di navbera pêkhateyan de, cûreyekî pabendbûna bi ragirtina vê hevkêşeyê hatiye parastin, lê ji hêla pratîk ve tenê dema ku Amerîka Îraq bi rê ve dibir, di navbera van her sê navendên desthilatê de hevsengiyek hebû. Sedem jî ew bû ku desthilata wan nebû, çimkî desthilata rastîn di destê Amerîkiyan de bû.

Dema ku Amerîkayê dawî li desthilata xwe anî û Îraq radestî Îraqiyan kir, hevrikiyeke dijwar di navbera her sê pêkhateyan de dest pê kir. Şîe ji bo kontrolkirina desthilatê, Kurd û Sunî jî ji bo parastina para ku di destûrê de ji wan re hatibû diyarkirin, lê du faktor bûn sedemên sereke ku desthilat bi tevahî têkeve destê Şîeyan: Bi vekişîna Amerîkayê meydan ji Îranê re hat valakirin û bi awayekî xurt derbasî Îraqê bû.

Ji bo xurtkirina statûya xwe, Şîeyan dest bi tepeserkirina Suniyên di nav desthilatê de kir. Bi lêxistina statûya wan a siyasî û civakî û dûrxistina wan ji postên bilind, xasma bi lêxistina Tariq Haşimî statûya Suniyan di desthilatê de leqandin û rê li ber wê yekê vekirin ku hegemonyaya Şîeyan li ser wan navedan serdest be ku di nav movikên desthilatê de pişk û pêgehên Suniyan bûn.

Sedema duyem jî ku bi heman awayî çerxa xurtbûna pêgeha Şîeyan gerand, nexweşketina Celal Talebanî û dûrketina wî ji qada siyasî bû, çimkî Mam Celal kesayetiyeke xurt bû, bi hêsanî ne pêkan bû were paşguhxistin an jî pêgeh û desthilatên wî bên qelskirin, destpêka nakokî û hevrikiyên wê demê bi Malikî re, nîşanên zelal in ku Malikî nikarîbû Talebanî biçûk bike.

Lewra mayîna wî li wê pêgeh û desthilatê, kelemeke mezin li pêşber serdestiya Şîeyan bû. Yan jî em dikarin bi awayekî din bisêwirînin, mayîna Talebanî li Bexdayê wekî cûreyekî ji piştrastiya pişka Kurdan di wê para desthilatê de bû ku di destûrê de wekî garantiya hevpişkiya di navbera pêkhateyan de ji wan re hatibû destnîşankirin.

Şaştiya Kurdan ew bû ku posta Mam Celal vala hêlan

Gava Mam Celal nexweş ket, xeletiya Kurdan di wê hûrdemê de ew bû ku ew post vala hêlan û kesekî xurt nexistin dewsa wî da ku bikaribe di prensîba ku ji bo hevpişkiya desthilatê hatibû diyarkirin de, statûya Kurdan biparêze. Tijînekirina wê postê û valahiştina wê ji bo heyama du salan, xizmeteke mezin bi vê yekê kir ku desthilat bi temamî têkeve destê Şîeyan.

Ji wê çaxê ve, ti hevsengiyek di hevpişkiya desthilatê de nema û Kurd û Sunî tenê bi nav beşdarên desthilatê ne, hemî navendên girîng ên birêvebirina Îraqê ji aliyê Şîeyên girêdayî Îranê ve tên birêvebirin. Tewra post û pişkên ku bûne para Kurd û Suniyan jî, karakterên ku ji aliyê van her du pêkhateyan ve tên pêşkêşkirin divê di parzûna Îranê re derbas bibin.

Meyla desthilatxwazî û xwesteka Şîegeriyê li ber vê yekê tenê jî nesekinî ku movikên desthilatê li Bexdayê monopol bike, lê di pêvajoya anîn û qewitandina DAIŞê de tevahiya navçeyên Sunî yên Îraqê jî xistin jêr rikêba xwe û vêga Heşda Şeibî navçeyên Sunî bi rêve dibe û mijûlî xurtkirina Şîegeriyê ye.

Ji 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an ve jî hemû herêmên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ketin jêr desthilata Şîeyan û di heman demê de jî stûnên erebkirin û şîekirinê tekûz dikin. Paşê jî heta asta li qalibxistinê guvaş danîn ser Herêma Kurdistanê û tiştek nema û nekirin ji bo qelskirin û tewra heta asta hilweşîna pêkhateya wê ya destûrî, metirsî li ser danîn.

Îran li PDK û Suniyan hat xezebê!

Her hewleke, çi navxweyî çi derveyî, ji bo wê yekê hatibe dayîn ku rol û statûya Kurd û Suniyan bilind bike yan Şîeyan bawer kiribe ku seba vê yekê dê Kurd û Sunî serê xwe bilind bikin, Îranê bi hemû hêza xwe rê li ber girtiye. Tewra dema ku Muqteda Sedir bi cihêkirina mala xwe ji eniya dorfireh a Şîeyan û avakirina bereyeke berfireh a sêalî bi PDK û Suniyan re hewl da ku desthilatê bi awayekî din rêk bixe, cemsera Şîî tirsiya ku ev pêngava Sedir dê hemû keda wan bi avê de berde û deriyekî li ber Kurd û Suniyan veke ku xurt bibin, Îran heta radeyekê hate nav hevkêşeyan ku ne tenê Sedir neçar kir dev ji kursiyên xwe yên parlamenteriyê berde û cihên wan bi cemsera Îranî bên dayîn, bi ser de ew bi xwe jî neçar kir ku di mala xwe de asê bimîne û dev ji karê siyasî berde.

Ji hemû aliyan re eşkere bû ku PDK û Sunî dê têkevin ber xezeba Îranê ji ber ku ne bi cemsera din lê bi Sedir re çûbûn. Lê her du alî jî xwedî ravekirineke şaş bûn dema wisa bawer kirin ku ger alîkariya eniya Şîî ya girêdayî Îranê bikin ji bo dagirtina kursiyên Sedir, ev yek dê di navbera wan û Çarçoveya Hemahengiyê de rûpeleke nû veke û dikarin bi dayîna baweriya xwe bi hikûmeteke girêdayî wê eniyê, rîskan ji xwe dûr bixin.

Tê bîra min, wê demê jî, di gotarekê de li jêr sernavê 'PDK werîs li stûyê xwe pêça', min PDKyê rexne kir ku divabû ew şaştî nekira, lê PDKê di wê baweriyê de bû ku Şîe dê di hevpeymaniya rêveberiya dewletê de li gel wê rastgo bin û bidin ser rêya çareserkirina pirsgirêkan bi Herêma Kurdistanê re. Rast e Sûdanî wekî berhema rêkeftina navbera PDKyê û Suniyan bi cemsera din a Şîeyan re, siyaseteke dostane bi Hewlêrê re dimeşîne, lê ev nayê wê wateyê ku Îranê dev ji tolhildana ji PDKyê berdaye.

Parlamentoya bê serok ketibû destê Kurdan

Me dît ku ji aliyekî ve bi rêya Dadgeha Federal çi anîn serê Herêma Kurdistanê û ji aliyekî din ve jî wekî diyardeyeke heftane çawa dron û fûzeyên Îranê bi ser Hewlêrê de dihatin barandin. Tevî ku ev wekî heyfhilanînê bû ji ber ku PDK bi Sedir re bû, lê di rastiyê de encama wê şaştiyê bû ku PDKê alîkar bû ku kursiyên Sedir bi eniya din a Şîeyan bên dayîn, di demekê de ku Kurdan karîbû kursiyên Sedir di destê xwe de û yên Suniyan jî wekî kartekê bihêlin.

Heman tişt ji bo Suniyan jî derbas bû. Hikûmetê siyaseteke dostane dimeşand, lê me dît ku çawa li pişt hikûmetê eniya yekgirtî ya Suniyan hilweşandin. Wekî tolhildana ji Mihemed Helbûsî jî ku serê rima eniya yekgirtî ya Suniyan bû, di proseyeke din a paqijkirinê de bi rêya Dadgeha Federal ew ji posta serokê parlamentoyê dûr xistin, ev post ji Suniyan standin û xistin xizmeta projeya xwe ya stratejîk.

Di pêvajoya tolhildana ji Suniyan de, ji bo cara ewil derfetek ji Kurdan re çêbû ku di ketwarê de li Bexdayê desthilat têkeve destê Kurdan. Di nebûna serokê parlamentoyê de, desthilat ket destê cîgirên wî ku her du jî Kurd bûn. Her çend yekî ji wan nûnertiya eniya Şîe ya girêdayî Îranê dikir jî, lê bêyî biryara her du cîgiran ne tenê ne mimkûn bû ti projeyasayek bihata derbaskirin, li şûnê, civîna parlamentoyê nikarîbû were sazkirin, ango Kurdan karîbû proseya siyasî ya Îraqê astengdar bikin.

Di heyama sala borî ya parlamentoyê de ku hefsarê wê ketibû destê Kurdan, me dît çend caran li berjewendiya Kurdan hat bikaranîn. Nexasim di asêkirin û girêdana mercdar a her du projeyasayên bi dilê Sunî û Şîeyan ku projeyasaya lêborîna girtiyên Sunî û guhertina qanûna rewşa kesîtî bû wekî projeyek Şîî, bi mercê derbaskirina yasaya vegerandina zevî û mal û milkên Kurdan ên desteserkirî li navçeyên Kurdistanî, pêngaveke girîng bû, lê ji ber ku di berjewendiya Kurdan de bû, her du alî ne amade bûn her sê yasayan bi hev re qebûl bikin.

Ji sedî 90ê Erebên hawirde Şîe ne

Şîeyan nerazîbûna Suniyan kir hincet da ku rê li ber derbasbûna qanûna vegerandina mal û milkên Kurdan bigirin, lê di koka xwe de Şîe bi xwe jî li dijî vî mafê Kurdan in, çimkî ji sedî 90ê Erebên ku di çarçoveya siyaseta erebkirinê de anîne navçeyên Kurdistanî û erd û zeviyên Kurdan dane wan, Şîeyên bajarên başûrê Îraqê ne.

Şîeyên ku vêga hemû bala wan li ser şîekirina navçeyê ye, bi ti awayî razî nabin ku ew erebên şîe ku di serdema Sedam de hatine anîn û mal û milkên Kurdan bi wan hatine dayîn, ji wan bên standin. Lê vê yekê eşkere nabêjin û nîgeraniyên Suniyan kiribûn bafik, heke na ger meyla Şîeyan hebûya ew maf bi Kurdan were dayîn, bi dengê Kurd û Şîeyan pêkan bû her du projeyasayên guhertina rewşa kesîtî ku ji bo Şîeyan pir girîng e, li gel yasaya vegerandina mal û milkên Kurdan ên desteserkirî bi hev re bikirina pakêtek û li parlamentoyê derbas bikirina, lê Şîe vê yekê nakin. Li hember vê yekê, ji destê wan bihata dê bi Suniyan re li hev bikirina her du yasayên lêborîna girtiyên Sunî û guhertina rewşa kesîtî, bikirina yek pakêt û bi dengê Şîe û Suniyan derbas bikirina.

Lê ji ber vê yekê nikarîbûn Kurdan li kêlekê bihêlin, çimkî nikarîbûn bêyî Kurdan civîna parlamentoyê ji bo wê armancê pêk bînin, lê şaştiya ku Kurdan kir û alîkar bû ku posta serokê parlamentoyê bê dagirtin, demeke dirêj derbas nabe em dê wê dîmena trajîk bibînin ku Sunî û Şîe bi hev re di civîneke parlamentoyê de her du qanûnên bi dilê xwe derbas bikin û tenê bolebol ji Kurdan re bimîne.

Ji ber ku şerê Îsraîlê tê ku li herêmê berfireh bibe û her wisa ji ber ku vegera Donald Trump ne di berjewendiya hegemonyaya Şîeyan de ye, loma Şîeyan lezand ku posta serokê parlamentoyê bi Suniyekî girêdayî projeya Îranê dagirin. Divabû Kurdan rê nedana vê çeka ku bi dest xistibûn wer bi hêsanî û bêyî bermaber radestî Şîeyan bikin. Qet nebe karîbûn hin şert û mercên pêşwext ferz bikirina yan jî bikirina şertên ragirtina pêvajoya serjimêriyê ku wekî amûrekê ji bo pêşvebirina qonaxeke din a erebkirinê bi kar tînin.

Kurdan karîbû danîna serokê parlamentoyê bi derbaskirina yasaya vegerandina mal û milkên xwe yên zeftkirî ve girê bidin, lê tiştek ji van nekirin. Çawa Kurdan bi dayîna kursiyên Sedir bi Şîeyên welayî (dûvelankên Îranê), çepera neyarên xwe xurt kir, vê carê jî bi pêşkêşkirina belaş a serokê parlamentoyê bi heman çeperê, kumekî meksîkî li serê xwe kir (xwe xapand). Demeke dirêj naçe gava pihîna vê xeletiyê jî di paşiya me de bê lêxistin!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Arif Qurbanî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Bahoza Tel Evîvê

Tişta ku qewimî, encama lihevkirineke veşartî û senaryoya gelek bûyerên nediyar di çend hevkêşeyên herêmî û navdewletî de ye