QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn

24-04-2025
RÛDAW
Ermen bi meşaleyan meşiyan / Wêne: Ji ber dîmenan
Ermen bi meşaleyan meşiyan / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Komkujiya Ermenan Qamişlo Bibîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bi sedan Ermen û Kurdan 110emîn salvegera Komkujiya Ermenan bi bîr anî ku 24ê Nîsana 1915an ji aliyê Dewleta Osmaniyan ve hatibû kirin.

Çalakvanên Ermen bi rêya bilindkirina meşaleyan û wêneyên qurbaniyan komkujî protesto kir ku civaka navneteweyî li qurbaniyan xwedî derkeve.

Bijîşkê Ermen Hagob Donabîdyan hestên xwe anîn ziman û got:

“23yê Nîsana 2015an bêhtirî 250 rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Ermen kom kirin û ew qir kirin û 24ê Nîsanê daxuyaniya hovane ya Komkujiya Ermenan ragihand.”

Tevî ku salên borî çend welatan Komkujiya Ermenan nas kir jî lê Ermen daxwaz dikin hemû welatên cîhanê vê yekê piştrast bikin da ku komkujî dubare nebin.

Hagob Donabîdyan her wiha da zanîn:

“Peyama me ya ji bo civaka navneteweyî ew e ku em spasiya wan welatên ku Komkujiya Ermenan naskiriye kiriye dikin lê em daxwazê ji welatên din jî dikin ku bi heman awayî Komkujiyê nas bikin.”

Çavkaniyên Ermenan dibêjin di navbera 1915-1917an de milyonek û 500 hezar Ermenî ji aliyê Dewleta Osmaniyan ve hatine qirkirin ku çavkaniyên Tirkan dibêjin ew tenê 700 hezar in.

Heta niha 30 welatan Komkujiya Ermenan a ji aliyê Osmaniyan ve hatiye kirin, nas kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst