Hewlêr (Rûdaw) - Karkerekî Kurd ê ji parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê li bajarê yê Zaxoyê yê Başûrê Kurdistanê ji avahiyê ket û mir.
Berdevkê Polîsên Zaxoyê Ehmed Remezan ji Rûdawê re ragihand ku îro saet derdora 11:00an karkerê bi navê Ş.S. dema li ser kar bû ji qata sêyem a avahiyê xwarê.
Karkerê ku bi giranî birîndar bû û ew birin nexweşxaneyê.
Ehmed Remezan da zanîn karkerê birîndar li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku temenê Ş.S. 53 salî ye ji Dîloka Bakurê Kurdistanê ye.
Berdevkê Polîsên Zaxoyê got ku li gorî madeya 411an derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse