Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Parêzgarê Besrayê Esed El Îdanî re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de pêşxistina pêwendî û hevkariya di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û parêzgeha Besrayê hat nirxandin û her du aliyan tekezî li ser kûrkirina hevahengiyê di navbera parêzgehên Îraqê de kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Esed El Îdanî pesnê pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê daye.
Esed El-Îdanî ragihand: "Em li hêviya xurtkirina hevkariya hevbeş in û di warên birêvebirinê, plansazî û xizmetguzariyan de dixwazin ji tecrûbeya Kurdistanê sûde wergirin. "
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse