HAK-PAR: Divê PKKê were şermezarkirin

07-06-2021
RÛDAW
Nîşan HAK-PAR PKK Herêma Kurdistanê Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) êrişa PKKê ya li Çiyayê Metîna li dijî Hêzên Pêşmerge bi tundî rexne kir û got: “PKK ketiye destê dijminên Kurdan, divê bi tundî were şermezarkirin, divê hêzên welatparêz ên li hemû parçeyan ji van êrîşên dijminane yên PKKê nerazîbûna xwe nîşan bidin û ji bo parastina destkeftiyên li Rojava û Başûr bibin yek.”

HAK-PARê di daxuyaniyekê de êrîşa gerîlayên PKKê bo ser hêzên Pêşmerge li sînorê parêzgeha Duhokê nerazîbûna xwe nîşan da.

Di daxuyaniya xwe HAK-PAR dibêje: “PKK ketiye bin kontrola herêmî ya dijî Kurdan, hewldanên xwe yên ji bo tesfandina têkoşîna azadî û serxwebûnê ya Kurdan a li Rojava û Başûr dewam dike.”

HAK-PAR têkildarî êrişa li dijê Hêzên Pêşmerge ku 5 pêşmerge şehîd bibûn û 7 pêşmerge jî birîndar bibû dibêje: “PKKê bi roketavêjê êrîşî karwaneke pêşmergeyan a ku ji bo mayînan diçû li derdora baregehên ku Hêzên Pêşmerge lê bi cîh bibûn kir. Mixabin di vê êrîşa xapînokî de roketek li wesayîta zirxî ya ku tîmên bêbandorkirina mayînan ên hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî tê de bûn ket.”

HAK-PAR bi tundî rexne dike û dibêje: “PKK di bin ferman û xizmeta herêmî ya dijî Kurdan e, bi êrîşên wiha li herêmê cih ji artêşa Tirk re vedike û xizmetê ji Tirkiyê re dike ku van deran dagir bike û qereqolan ava bike. Niha bi awayekî teqez tê zanîn ku PKK dixwaze artêşa Tirk li herêmên stratejîk ên di nava Herêma Kurdistanê de bi cih bibe. Ev êrîşa PKKê ne ya yekemîn e, lê beriya vê li Akrê, Sîdekan, Duhok û Zaxo gelek êrîşên bi vî rengî hebûn. PKK ji bo statuya rewa ya Başûrê Kurdistanê xera bike her tiştî hewl dide, gelek caran êrîşên bi heman rengî li hemberî hêzên pêşmerge dike.”

HAK-PAR bang li raya giştî ya welatparêz, demokrat, Kurd û hemû welathezan, sazî û rêxistinên welatparêz û herwiha ji bo beşên aştîxwaz û humanîst dike: “Dem hatiye ku li dijî PKKê, Kurd û Kurdistan bibe yek û bibin yek deng û yek dil. Divê welatparêz li hemberî hemû hewldanên dijminane yên PKKê hesas bin. PKK ketiye destê dijminên Kurdan, divê bi tundî were şermezarkirin, divê hêzên welatparêz ên li hemû parçeyan ji van êrîşên dijminane yên PKKê nerazîbûna xwe nîşan bidin û ji bo parastina destkeftiyên li Rojava û Başûr bibin yek.

Weke HAK-PARê em careke din dibêjin ku divê hewldanên PKKê yên ji bo ji holê rakirina mafên hatine bidestxistin ên li Rojava û Başûr bên tesfiyekirin û ev rêxistinbûna antî Kurd bê aşkerakirin.  Divê PKK tavilê ji Kurdistanê bê derxistin.”

HAK-PAR herwiha ji pêşmergeyên şehîd bûne re rehmet û şifaya xêrê jî ji pêşmergeyên birîndar re xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst