Fermandarekî Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê hat kuştin

20-11-2023
RÛDAW
Nîşan Abdullah Kose Artêşa Tirkiyeyê PKK Herêma Kurdistanê Operasyona Pençe-Kîlîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku fermandarekî wan li Herêma Kurdistanê di şerê li gel PKKyê de hatiye kuştin. 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îro li navçeya Operasyona Pençe-Kîlîdê ya li nav axa Herêma Kurdistanê leşkerekî Serpel yê bi navê Abdullah Kose di şerê li gel PKKê de hatiye kuştin.

Di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama wî şerî de 5 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest da.

Lê derbarê vê yekê de heta niha PKKyê ti daxuyaniyek nedaye.

Li aliyê din li gorî nûçeya ajansa fermî ya Tirkiyeyê di encama êrişeke hêzên îstixbarata Tirkiyeyê (MIT) de “berpirseke PKKyê ya bi navê Gulsume Dogan a bi nasnava Jiyan Mêrdîn” li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Tê gotin ku ew berpirsa PKKyê ya devera Silêmaniyê bûye lê heta niha PKKyê ew yek jî piştrast nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst