Foruma MERIyê: Nêçîrvan Barzanî li ser PKK, Tirkiye û Îranê peyamên girîng dan

10-10-2023
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Foruma MERI PKK Herêma Kurdistanê Tirkiye Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Tirkiye û Îran cîranên Herêma Kurdistanê ne û got: “Nabe ku kes ji Herêma Kurdistanê êrişî cîranên me bike.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha got ku divê pirsgirêka PKK û Tirkiyeyê bi rêya diyalogê çareser bibe, ev pirsgirêk bi çekan çareser nabe.

Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, li Hewlêrê bi rê ve diçe.

Gelek nivîskar, lêkolîner, siyasetmedar, çalakvan û rojnamegerên ji Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî MERIyê dibin.

Di panela îro ya dawiyê ya bi moderatoriya rojnamevan Hîwa Osman de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû mêvan.

Nêçîrvan Barzanî di panelê de behsa pêwendiyên PDK û YNKyê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, rêkeftina ewlehiyê ya navbera Îran û Îraqê, pêvajoya yekgirtina Pêşmerge, nakokiyên navbera Tirkiye û PKKyê, pirsgirêka Îsraîl-Filistînê û gelek mijarên kir.

Pêwendiyên PDK û YNKyê

Nêçîrîvan Barzanî bi bîr xist ku di dema borî de bi saya hewlên Celal Talebanî û Serok Mesûd Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê û Îraqê gelek destkeft hatin bidestxistin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku pêwendiyên Partiya Demorata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) gelekî girîng in û got:

“Divê em hemû bixebitin ku ev pêwendî baş bibin. Pêwîst e YNK û PDK rêkeftineke nû îmze bikin. Em di vê baweriyê de ne ku piştî vê kongreyê, rewşa YNKyê baştir e,  her du alî dizanin ku pêwîst e bi hev re kar bikin.”

Bi gotina Nêçîrvan Barzanî pirsgirêken her du partiyan ne ewqasî mezin in ku neyên çareserkirin.

Pirsgirêkên bi Bexdayê re

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di navbera Bexda û Hewlêrê de pirsgirêkeke bingehîn heye ku berî her tiştî divê bê ew çareserkirin û got:

“Li gorî Destûra Îraqê sîstema me ya federal heye. Îraq sîstemeke federal e lê di bingehê wê de navendîparêzîyeke pir xurt heye. Li Îraqê heta îro federalîzm nehatiye avakirin û bicihanîn.

Dibe ku hinek karên ku em li Herêma Kurdistanê dikin ne li gorî sîstema federalî be lê nêzîkbûna Bexdayê li hemberî Herêma Kurdistanê li derveyî sîstema federalîzmê ye.”

Derbarê nakokiyên di navbera  Hewlêrê û Baxdaytê de Nêçîrvan Barzanî got:

“Em dixwazin li Îraqê çareseriya siyasî hebe, me bi hev re DAIŞ têk bir. Me tevan şehîd dan, xwîna me tevlîhev bûye.

Di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêkeke cewhwerî heye, beriya her tiştî divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Cihê çareserkirina pirsgirêkên me Bexda ye, ne cihekî din.

Di mijara mûçeyê de jî Nêçîrvan Barzanî got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek şefaf bûye û divê mijara mûçeyê bi başî were çareserkirin.

Her derbarê vê mijarê Nêçîrvan Barzanî got: “Divê Îraq mafên gelê Herêma Kurdistanê biparêze û nabe ku mûçe bibin mijare nîqaşan.”

Petrola Tirkiye, Îraq û Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist ku Tirkiye gptiye ku ew  ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê ya bi xeta Ceyhanê amade ye.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku di rewşa niha de du sedem hene ku hinartina petrolê dest pê nekiriye û got:

“Yek ji wan sedeman mafên darayî yên di navbera Bexda û kompaniyên berhemhênerên petrolê de ye.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê di dema borî de bi kompanyayên petrolê re li ser berhemanîn û hinardekirina petrolê li gorî şirîkatiyê rêkeftin kiriye:

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha bal kişand ser wê yekê ku mijara din rêkeftina SOMOyê ya bi wan kompaniyan re çêdike ye û piştî ku pirsgirêk çareser bibin dê hinartina petrolê jî dest pê bike.

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Sedema nehinartina petrolê ne Tirkiye ye, sedem Bexda ye.

Tirkiye û pirsa PKKyê

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku divê pirsgirêka PKK û Tirkiyeyê bi rêya diyalogê çareser bibe, ev pirsgirêk bi çekan çareser nabe.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Tirkiye û Îran cîranên Herêma Kurdistanê ne û wiha pê de îû

“Nabe ku kes ji Herêma Kurdistanê êrişî cîranên me bike. Ev prensîb ji bo cîrana me ya girîng Tirkiye jî heye. PKK jî ji bo Herêma Kurdistanê pirsgirêkeke mezin e.

PKK ti rêz û hurmetê ji statu û sazûmana Herêma Kurdistanê re nagire. Heta ku helwesta PKKyê ev be, em nikarin garantiyê bidin ku Tirkiye tiştekî neke.

Serok Barzanî û Mam Celal berê ji bo çareserkirina pirsgirekê rola xwe lîstin. Di vî warî de hin gav hatin avêtin.

Lê eger hûn bipirsin ka gelo di vê demê de derfetek weha peyda dibe; em dixwazin PKK û Tirkiye dîsa diyalogê bikin lê di rewşa heyî de zehmet e.

Bersiva pirsa “Gelo rêkeftineke ewlehiyê ya wekî bi Îranê re dikare bi Tirkiyeyê re were kirin?” Nêçîrvan Barzanî wiha da:

“Herdu ji hev cuda ne. Cudahî ew e ku mixalefeta Îranê ji PKKyê bêtir rêzê li Herêma Kurdistanê digire. Ji bo ku ji Kurdistanê re pirsgirêk dernekevin pir bi hesas nêzîk dibin. Lê ev ne helwesta PKKê ye, berovajî serêşiyeke mezin ji Îraq û Herêma Kurdistanê re çêdike."

Nêçîrvan Barzanî got, ew li ser destpêkirina geştên esmanî yên di navbera Tirkiye û Silêmaniyê de gotûbêjan dikin lê divê hinek fikarên Enqereyê bên çareserkirin.

Piştgiriya Amerîkayê

Derbarê pêwendiyên bi Amerîkayê re jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir ji berê ve Amerîka hevalbendê Herêma Kurdistanê ye û rêveberiya Washingtonê jî di avakirina “herêma dijî firînê” de roleke girîng lîstiye û wiha domand:

“Amerîka û Havpeymaniya Navdewletî di şerê bi DAIŞê re piştgiriyeke gelekî girîng da Îraq û Herêma Kurdistanê

Eger Amerîka û hevpeymanên din ên li Ewropayê di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê û Îraqê nekirana dê çi bibûya nedihat zanîn. Niha Herêma Kurdistanê beşek ji Îraqê ye û rêkeftineke stratejîk a Amerîkayê heye.”

Bi gotina Nêçîrvan Barzanî heta niha Amerîka ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gelekî hewl daye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha amaje bi wê yekê kir Amerîka di mijara yekkirina Pêşmergeyan de ji PDK û YNKyê bigazin e û ew van rexneyên xwe de mafdar e û got:

“Dixwazin pêvajoya yekxistina Pêşmerge baştir û bileztir bimeşe. Lê ev nayê wê wateyê ku tu gav nehatine avêtin.

Şerê Îsraîl û Hemasê

Derbarê şerê di navbera Îsraîl û çekdarên Hemasê de jî Nêçîrvan Barzanî got: “Em hêvîdar in ku ev şer xelas bibe û berbelav nebe, kes biqasî me nizane ka şer çi qasî wêrankar e.

Hemû pirsgirêk ne bi şer lê bi diyalogê çareser dibin. Heqê Filistiniyan heye ku dewleta wan hebe. Mafê Filistîniyan heye ku li herêmê bibin xwedî dewleta xwe û di nav aştiyê de bijîn.”

Herî dawî jî Nêçîrvan Barzanî got, “Dorpêça li ser Xezeyê bi me ne xweş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst