Piştî 40 rojan Kurdên Êzidî hêj ti kes li cihê Babe Şêx diyar nekirine

06-11-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Babe Şêx, rêberê berê yê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî ku 1ê Cotmeha îsal koça dawî kir.
Babe Şêx, rêberê berê yê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî ku 1ê Cotmeha îsal koça dawî kir.
Nîşan Kurdên Êzidî Babe Şêx
A+ A-

Şêxan (Rûdaw) - Merasima çileya koça dawî ya Babe Şêx Xorto Hecî, rêberê rûhanî yê Kurdên Êzidî li Şêxanê birêveçû, lê tevî 40 roj di ser wefata wî re derbas bûne, hêj kesek li cihî wî nehatiye diyarkirin. Ji bo şûngirtina Babe Şêx, sê berbijêr hene û biryar e di rojên bihê de Mîr û Civata Rûhanî ya Êzidiyan, kesekî li cihê wî danin.

Babe Şêx Xorto Hecî roja 1ê Cotmeha îsal li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kiribû û paşê di merasimeke mezin a cemawerî de li gundê Bozanê li qezaya Şêxanê bi axê hatibû spartin.

Biryar bû di çileya wefata Babe Şêx de, kesek li cihê wî bê diyarkirin, lê belê hêj di nava civaka Êzidî de ti berbijêrek bo wergirtina wê posta olî nehatiye yekalîkirin.

Îdo Babe Şêx, ji malbata Babe Şêx ji Rûdawê re ragihand, “Kesê yekê ye di nav êzidiyan de ji aliyê olî ve, bes înşallah valabûan cihê wî gelek namîne û hêvîdarim van çil rojan, berî çil rojan ev mesele xilas be û Babe Şêxek bê danîn.”

Ji bo cihê Babe Şêx niha sê berbijêr hene ku ji malbata Şêx Fexrî Adiyan ji şêxên Şemsanî ne. Wan kesan biryara dane, heta pirsa danîna Babe Şêx neyê yekalîkirin, ji medyayê re neaxivin.

Rakan Babe Şêx, ji malbata Babe Şêx jî dibêje, “Her biryarek ku Mîrê Şêxa bide, em pê razî ne û her kesê Mîrê Şêxa layiq (hêja) bibîne bow î cihî, em dê pê razî bin û berî her kesekî dê pîrozbahiyê lê bikin. Mîrê Şêxa em baş dizanin ku biryara wî ya hekîm e.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Kurdên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê, li gel Civata Rûhanî ya Êzidiyan û wekîlên Mîr û Coqeta Babe Şêx biryara yekalîker derbarê diyarkirina kesekî li cihê Babe Şêx didin. Pêdiviya wan bi demeke zêdetir heye, daku nêrînên cuda cuda ji kesayetên Kurdên Êzidî werbigrin.

Hazim Tehsîn Beg ji Rûdawê re ragihand, “Bi rastî 40 roj ne pîvan e, bes em dikarin bêjin em dê destpê bikin îro xêra wî danin, îro dê xilas be, vêca em dê pirsyara mezinên din ên Êzidî bikin û em dê biryarê bidin.”

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzidiyan, hejmara Kurdên Êzidî nêzîkî milyonek kes dibe, ku 500 hezar kes ji wan li Başûrê Kurdistanê dijîn. Babe Şêx rêberê olî ye û dibe endamê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst