ŞIRNEX – Kurdên Êzidî yên gundê Kiwexê Cejna Cemayê pîroz kir

12-10-2023
RÛDAW
Piştî 30 salan vegeriyan û cejn pîroz kir
Piştî 30 salan vegeriyan û cejn pîroz kir
Nîşan Kurdên Êzidî Cejna Cemayê Şirnex Gundê Kiwexê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê,  Kurdên Êzidî yên gundê Kiwexê Cejna Cemayê pîroz kir.

Gundê Kiwexê gundekî Kurdên Êzidî ye û ser bi navçeya Hezexê ya Şirnexê ve ye.

Xelkê gund salên 90î ji ber şerê di navbera PKK û Artêşa Tirkiyeyê de neçar maye gundê xwe vala bike.

Piraniya xelkê wî gundî, koçî welatên Ewropayê bû lê salên dawî beşek ji wan di çarçoveya projeyekê de careke din vegeriyan û gundê xwe ji nû ve ava kir.

Piştî 30 salan vegeriyan û cejn pîroz kir

Xelkê gundê Kiwexê piştî zêdeyî 30 sal ji xeribiyê bi merasîm û diayan cejna  xwe ya Cemayê pîroz kir.

Niha 130 mal li gundê Kiwexê hene û xelkê gund dibêje, ew dê ji niha û pê ve her sal cejna xwe li gundê xwe pîroz bikin.

Welatî Atahemî Kiliç got, “Em hatine vê derê ji ber ku cejna me heye. Em li vê derê diçin serdanan. Cilên me yên taybet jî li ber me ne û em ji wan hez dikin.”

Geştyar Mecbure Dundar jî got, “Em cejnê bi diayan derbas dikin. Em bi malbatî kom dibin. Sohbetê dikin û xwarinê dixwin. Gelek dia tên kirin. Ez gelek kêfxweş im ku niha projeyekê wiha hatiye çêkirin. Bînasazî, rê, av û elektirîk ji me re hatine çêkirin."

Gundê Kiwexê ji bo Êzidiyan pîroz e

Gundê Kiwexê di nav Kurdên Êzidî de wekî cihek pîroz tê dîtin.

Li ser vexwendina xelkê gund bi dehan Kurdên Êzidî ji welatên cûda ji bo Cejna Cemayê çûn Kiwexê.

Xelkê Gundê Kiwexê Hamdîn Tuncer diyar kir ku ew dixwazin ji Almanyayê vegerin û got:

"Em dixwazin vegerin. Em naxwazin êdî li wan deran bijîn. Herkes dixwaze vegere. Hestek gelek xweş e dema mirov ew qasç mirovan bi hev re dibîne. Bi rastî gelekî hestiyar dibim.”

Piştî dia, merasîmên olî û serdana goristanan qazanên xwarinê hatin kelandin.

Jin, mêr, mezin û biçûk hemûyan bi hev re  xwarina cejnê xwar.

Mamosteyê  Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîgeha Şirnexê Dr. Yunus Îbrahîmoglu jî got:

“Li vê derê xwarin jî tê çêkirin. Lê xwarinek taybet a bi vê rojê ye ku navê wê Simat e. Ev xwarin ji goşt, nok û genim pêk tê. Xwarin ji mêvanên ku hatine tê pêşkeşkirin . Piştî vê xwarinê jî malbat bi kesûkarên xwe re diçin seyranê.”

Cejna Cemayê ya Êzidiyan 6ê Çiriya Pêşîn dest pê dike û derdora heftiyekê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst