DÎLOK - Mînîbus û mîksera betonê li hev qelibîn: Gelek mirî û birîndar hene

06-05-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Îslahiye Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îslahiyeyê ya parêzgeha Dîlokê mînîbusek û mîksera betonê li hev qelibîn, 8 kesan canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Îslahiyeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê mîksereke betonê û mînîbuseke rêwiyan li hev qelibîn.

Di encama qezayê de li gorî zanyariyên destpêkê 8 kesan canê xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, qezayê li ser rêya navçeya Îslahiyeyê ya Dîlokê û parêzgeha Hatayê rû daye, mîksera betonê û mînîbusa rêwiyan her du jî wergeriyane.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Parêzgarê Dîlokê li ser bûyerê daxuyaniyek da û ragihand ku heta niha 8 kesan canê xwe ji dest daye û hejmara birîndaran jî 11 ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst