Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nurdaxê ya parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê di qezaya trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, îro li ser rêya sereke ya Dîlok-Mersîn-Edenê li sînorê navçeya Nurdaxê ya Dîlokê 5 barhilgir û 2 kamyonet li hev qelibîn.
Du qezayê de şofêrê barhilgrekê A.D. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 6 kesên din jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li Nurdax û Dîlokê.
Ji ber qezaya trafîkê demekê rê ji çûnûhatinê re hat girtin û li ser rê doreke dirêj a otomobîl û barhilgiran çêbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse