Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), 6 kesên ku hevkarî bi şaneyên çekdarên DAIŞê yên di nava Kampa Rojê de dikirin girtin.
Hêzên Ewlehiya Navxwe û YPJyê doh li Kampa Rojê ya li bajarê Dêrikê operasyoneke berfireh a lêgerînê da destpêkirin.
Di operasyonê de 6 kesên ku bi şaneyên çekdarên DAIŞê re hevkarî dikirin hatin girtin.
Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser a Rojvayê Kurdistanê di roja duyem a operasyonê de li kampê lêgerîn hat pêkanîn.
Hêzên ewehiyê di encama operasyonê de dest bi ser hin alav û hin belgeayan de girt.
Her wiha hinek perwerde yên ji bo zarokan dihat bikaranîn jî hat dîtin ku zarok lê wê derê fêrî ramanên tundrew dihatin kirin.
Kampa Rojê 10 kîlometireyan ji rojavayê bajarê Dêrikê yê Cizîrê dûr e.
Li kampê 783 malbatên çekdarên DAIŞê hene, ji wan 28 malbatên Îraqî û 15 malbatên Sûriyeyîne, yên mayî jî piraniya wan biyanî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse