HSD: Dije Terorê 2 endamên DAIŞê girtin

16-06-2023
RÛDAW
Nîşan HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Dije Terorê yên HSDê du endamên DAIŞê li başûrê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê girtine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro Înê 16ê Hezîrana 2023an operasyoneke nû ya li dijî DAIŞê ragihand û diyar kir ku hêzên wan 2 endamên DAIŞê girtine.

HSDê diyar kir ku di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞê de, Hêzên Dije Terorê (YAT), bi alîkariya Hêzên Dije Terorê yên Herêma Kurdistanê û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di operasyonekê de ku roja 14 mehê birêve çûye li gundê Sebxe li gundewarê Şedadê 2 endamên şaneyeke DAIŞê girtine ku di warê qaçaxçîtîkirina endamên DAIŞê û dabînkirina çekan ji bo encamdana operasyonan de çalak bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) destnîşan kir ku di operasyonê de, yekîneyên Dije Terorê dest bi ser hejmarek çek û alavên leşkerî de girtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst